Li Efrîna dagirkirî, zarokek kuştî hate dîtin

Li navçeya Mabatayê li kantona Efrînê ya dagirkirî, zarokek di hewza depokirina zêta zeytûnê de kuştî hate dîtin.

Li Efrîna dagirkirî, zarokek kuştî hate dîtin
11 mijdar, 2020   15:11
 ŞEHBA

Duh bi şev, termê zarokê bi navê Yusif Menan Hemreşo yê ji şêniyên gundê Kaxirê li navçeya Mabatayê di hewzek depokirina zêta zeytûnê de li nêzî kargeha guvaştina zeytûnê ya li gund hate dîtin.

Yusif Menan zarokê malbatê yê êkane ye û ker e.

Guman hene ku destên çeteyên dewleta Tirk di vê bûyerê de hene. Bi taybet ku li kantona Efrînê gelek bûyerên revandin, kuştin û avêtina termên kuştiyên di cihên giştî de rû didin.

(şx)

ANHA