'Em ê bi gelê herêmê re bixebitin da ku sûcên dewleta Tirk belge bikin'

Endamê rêveber ê Saziya Parastinê ya Hiqûqî ya kantona Hesekê di civînekê de diyar kir ku li ser belgekirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li djiî sivîlan dixebitin da ku bigihînin aliyên navnetewî û saziyên hiqûqî.

'Em ê bi gelê herêmê re bixebitin da ku sûcên dewleta Tirk belge bikin'
'Em ê bi gelê herêmê re bixebitin da ku sûcên dewleta Tirk belge bikin'
'Em ê bi gelê herêmê re bixebitin da ku sûcên dewleta Tirk belge bikin'
11 mijdar, 2020   15:07
HESEKÊ

Saziyên Parastina Hiqûqî ya kantona Hesekê îro civînek ji endamên saziyên sivîl û Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên navçeya Til Temirê re li dar xist. Civîn bi armanca xebat û armancên saziyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên belgekirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bişopînin û bigihînin aliyên navnetewî, hate lidarxistin.

Endamê rêveberiyê Saziya Parastina Hiqûqî Egîd Îbrahîm sazî, kar û armanca wê da nasîn û çawaniya gihandina dengê gelê ji aliyên navnetewî re û çawaniya belgekirina sûcên dewleta Tirk li herêmên nêzî eniyên şer destnîşan kir.

Egîd Îbrahîm ji ANHA'yê re diyar kir ku saziyên wan par bi destpêka êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêmê re hat damezrandin.

Îbrahîm da xuya kirin ku armanca saziyê binpêkirin û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê" yên li djiî sivîlan belge bikin û bigihînin aliyên navnetewî û rêxistinên hiqûqî.

Îbrahîm da zanîn ku bi qurbaniyên şer re, di nav wan penaber û koçberan de dixebitin da ku dengên wan bigihînin dadgehên navnetewî û aliyên ji binpêkirinên li Sûriyê diqewimin berpirsin.

Têkildarî armanca civînê Îbrahîm got:" Armanca me ji vê civînê ew e ku karê saziyê bi gel bidin nasîn û bi wan re bibin alîkar ji ber ku di herêmên eniyên şer de bi dewleta Tirk û çeteyên wê re dijîn. Me ji beşdaran re şîrove kir ku çawa dengê xwe bigihînin dewletên derve û bi taybetî sûcên li dijî jinan bi belge bikin."

Egîd Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew dixebitin da ku girêdana navbera sivîlên di binpêkirinan re derbas dibin û aliyên navnetewî û rêxistinên hiqûqî de bin.

(dm)

 ANHA