Cihê şehadeta wan bi mûm û gulan xemiland

Bi dehan şêniyên Qamişloyê û malbatên qurbaniyên teqîna 11`ê Mijdara 2019`an, şehîdên teqînê bi vêxistina mûm û danîna baxên gulan li cihê teqînê yê li kolana Wehde bi bîr anîn.

Cihê şehadeta wan bi mûm û gulan xemiland
Cihê şehadeta wan bi mûm û gulan xemiland
Cihê şehadeta wan bi mûm û gulan xemiland
Cihê şehadeta wan bi mûm û gulan xemiland
Cihê şehadeta wan bi mûm û gulan xemiland
Cihê şehadeta wan bi mûm û gulan xemiland
Cihê şehadeta wan bi mûm û gulan xemiland
Cihê şehadeta wan bi mûm û gulan xemiland
Cihê şehadeta wan bi mûm û gulan xemiland
11 mijdar, 2020   15:12
 QAMIŞLO

Di 11`ê Mijdara 2019`an de, li Qamişloyê, teqînek bi rêya erebeyeke bombebarkirî rû da. Di encamê de 5 sivîl; Xalid Ehmed, Zozan Şêxo, Medîne Hisên, Amêr Elî û Nûbar hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Çeteyên DAIŞ`ê teqîn kir stûyê xwe.

Ji bo salvegera yekemîn a şehîdên teqînê, bi dehan şêniyên Qamişloyê û malbatên qurbaniyên teqînê li kolana Wihdê kom bûn û di destên wan de wêneyên şehîdan û baxên gulan hebûn.

Malbatên şehîdên teqînê, baxên gulan danîn cihê şehadeta wan û mûm vêxistin.

Piştî şêniyan û malbatên şehîdan berê xwe da Goristana Şehîdan a Sivîl a li Qamişloyê.

(şx)

ANHA