Gelê Qubrisê li dijî serdana Erdogan daketin qadan

Beriya çend rojan ji serdana serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bakurê Qubrisê re, bi sedan kes li aliyê bakurê girava Qubrisê  kom bûn û destwerdana dewleta Tirk şermezar kirin.

Gelê Qubrisê li dijî serdana Erdogan daketin qadan
11 mijdar, 2020   08:53
NAVENEDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, xwepêşandêrên ku di nava wan de lîderên muxalîf jî hebûn, dirûşmên li dijî Enqereyê wekî “Destwerdanê neke, biryar a gelê Qubrisê ye”, berz kirin.

Berdevkê Tevgera Demokratîkbûn û Îradeyê Gulsen Irchin ku xwepêşandan li bakurê Nîqosyayê birêxistin kiribû, wiha got: “Em ji dewleta Tirk re dibêjin ku hûn nikarin ji Enqereyê bakurê Qubrisê bi rêve bibin.”

Ev xwepêşandan beriya çend rojan ji serdana Erdogan a ji bo bakurê Qubrisê ku dewleta Tirk dagir kiriye, pêk hat.

(cx)