Çalakiyên 25'ê Mijdarê yên li Şehbayê hatin eşkerekirin

Berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star a Efrînê Zozan Mistefa bang li hemû jinan kir ku beşdarî çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bibin û destnîşan kir ku pêwîst e jinên efrînî dengê xwe bigihînin derve.

Çalakiyên 25'ê Mijdarê yên li Şehbayê hatin eşkerekirin
11 mijdar, 2020   07:00
ŞEHBA – LÎNDA ŞÊX

Piştî ku sê xwişkên Mirabal, ku çalakvanên siyasî bûn, bi fermana Raphael Trujillo di 1960'an de hatin kuştin, di 1999'an de, Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 25'ê Mijdarê wekî Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hilbijart.

Girêdayî vê rojê, berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star a herêma Efrînê Zozan Mistefa got: "25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan e, hemû jin dadikevin qadan û banga bidawîkirina tundiyê dikin. Helbet ne tenê di vê rojê de em ê li dijî tundiyê têkoşînê dikin, ji ber ku her roj li dijî jinan her cûre tundî tê meşandin, bi taybet jinên ciwan ku bi mebesta zewacê ji perwerdeyê tên mehrûmkirin. Heger em serjimariyekê çêbikin em ê bibînin ku di her saniyekê de tundî li ser jinan tê kirin."

ÇALAKÎ

Têkildarî bernameyên çalakiyên 25'ê Mijdarê ku Kongreya Star li Şehbayê plan kiriye, Zozan Mistefa wiha got: "Em di Kongreya Star de me xwest rola xwe di vê mehê de îsbat bikin. Li ser vê yekê me gelek civîn li dar xistin da planên xwe bi dirûşmeya 'Na ji dagirkerî û qirkirinê re, bi hev re em jin û jiyanê biparêzin' deynin."

Zozan Mistefa diyar kir ku wê li kamp û navçeyan panêlên li ser tundiyê û bidawîkirina wê werin lidarxistin, her wiha meşên jinan werin pêkanîn û li tevahî kantona Şehbayê belavokên girêdayî 25'ê Mijdarê wê werin belavkirin.

Zozan Mistefa destnîşan kir ku wê du daxuyanî derbarê tundiya li ser jinan, bi taybet ya li dijî jinên efrînî de werin dayîn, yek bi navê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ya din bi navê Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star be. Her wiha da zanîn ku wê şano ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn û sînevîzyon werin pêşandan.

Berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star a Efrînê bang li hemû jinan kir ku dakevin qadan: "Dakevin qadan, ne tenê ji bo jinan lê belê ji bo zarok û ciwanan, bi taybet ji bo jinên Efrînê. Em hêvîdar in ku ku bi van çalakiyên me cewhrê jinan xuya bibe."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5pzcK4fEzOc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>