HRE: Li Efrînê 5 çete hatin kuştin û 11 birîndar bûn

HRE`yê li ser çalakiyên hêzên wan li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê daxuyaniyek da û ragihand ku di çalakiyan de 5 çete hatine kuştin û 11 çete birîndar bûne.

HRE: Li Efrînê 5 çete hatin kuştin û 11 birîndar bûn
11 mijdar, 2020   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hemberî kiryarên dermirovî û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê, çalakiyên tolhildanê yên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, HRE`yê daxuyaniyek da û ragihand ku hêzên wan li dijî çeteyên Cebha Şamiyê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, çalakî kirine. Di çalakiyan de gelek çete hatine kuştin û birîndarkirin.

Di daxuyaniya HRE`yê de hate destnîşankirin ku hêzên wan li hemberî çeteyên Cebha Şamiyê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di çalakiyê de de 2 çete hatine kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. Her wiha wesayitek çeteyan jî hate derbkirin.

HRE`yê di berdewamiya daxuyaniyê de anî ziman ku 8`ê Mijdarê di saetên şevê de, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê hêzên wan li dijî navenda çeteyên Cebha Şamiyê çalakiyeke din ya sabotajê li dar xistine. Di encama wê çalakiyê de jî 3 çete hatine kuştin û 7 çete jî brîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e.

HRE`yê piştrast kir ku di her du çalakiyên hêzên wan de 5 çete hatine kuştin û 11 çete birîndar bûne.

 HRE`yê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê çalakiyên tolhildanê li dijî dagirkeran, dewam bikin.

(cx)

ANHA