Şêniyên Zirganê: Divê Rûsya rola xwe ya garantor bi cih bîne

Sivîlên gundên navçeya Zirganê gotin, hêzên Rûsya li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser gundên wan tiştekî nake û bang lê kirin ku rola xwe wekî dewleteke garantor bi cih bîne.

Şêniyên Zirganê: Divê Rûsya rola xwe ya garantor bi cih bîne
Şêniyên Zirganê: Divê Rûsya rola xwe ya garantor bi cih bîne
Şêniyên Zirganê: Divê Rûsya rola xwe ya garantor bi cih bîne
Şêniyên Zirganê: Divê Rûsya rola xwe ya garantor bi cih bîne
Şêniyên Zirganê: Divê Rûsya rola xwe ya garantor bi cih bîne
Şêniyên Zirganê: Divê Rûsya rola xwe ya garantor bi cih bîne
Şêniyên Zirganê: Divê Rûsya rola xwe ya garantor bi cih bîne
11 mijdar, 2020   04:18
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Roja yekşemê gundên Dada Ebdal, Sefa û Bisês ên bakurê rojavayê navçeya Zirganê bi çekên giran topbaran dikin, heman demê balafirên keşfê jî gelek caran êriş pêk anîn.

Ji ber topbaranê gelek mal hilweşiyan, şênî koçber bûn, her wiha hejmarek leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn. Hêzên Rûsyayê yên wekî garantor li herêmê ne li hemberî van êrişan bêdeng in.

ANHA'yê xwe gihand gundên bûne hedefa êrişan û ziyanên ku gihiştine milkên sivîlan şopand û nêrînên sivîlan girtin.

Omer El-Sacir ê ji gundê Dada Ebdal got: "Ez û malbata xwe di mal de bûn, ji nişkê ve dengê topan hat ku li ser me bi dijwarî bariyan, me xwe veşart, me nedikarî ji mal birevin, ji ber topbaran dijwar derfet tunebû ku ji malê derkevin."

El-Sacir wiha domand: "Em ji mirinê filitîn, top li nêzî mala min diketin û parçeyên wê li dîwaran diketin."

Gundên ku hatin topbarankirin sivîl lê hene û ne nuqteyên leşkerî ne. Li ser vê yekê El-Sacir got: "Em hemû sivîl in, qadên şer hene bila biçin wir şer bikin û topbarana li ser sivîlan bisekinînin."

El-Sacir îşaret pê kir ku hêzên Rûsyayê ku hêzên garantor li herêmê ye, li hemberî êrişên Tirkiyê tiştekî nake û mudaxele nake.

Şêniyê bi navê Ebdulhemîd Dawud da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker gundên sivîlan bi dijwarî topbaran dikin, di encamê topbaranê de bi dehan mal wêran bûn.

Dawud destnîşan kir ku ji ber êrişên dagirkeran şêniyên ji bo parastina xwe û zarokên xwe li herêmên bi ewle yên rojhilatê navçeyê digirin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên xwe yên leşkerî li gundên Zirgan û Til Temirê zêde dikin, her wiha nuqte û baregehên leşkerî li ser xeta sînor a bi Rojava re ava dike.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_1ZteOcJdFA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>