ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11- 11-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11- 11-2020`AN
11 mijdar, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Dayikên gerîlayên şehîd ên bajarê Hesekê têkildarî aloziya li Başûrê Kurdistanê wê daxuyaniyekê li parka Kawa ya taxa Miftî bidin. Saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sivîlên gundên navçeya Zirganê gotin, hêzên Rûsya li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser gundên wan tiştekî nake û bang lê kirin ku rola xwe wekî dewleteke garantor bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzeran diyar kirin ku dozgeriya Tirkiyê polîtîk e û li dijî hemû qanûnên navnetewî û niştimanî ne. Her wiha destnîşan kirin ku di qanûnên navnetewî de tiştekî navê wê tecrîd tuneye û rêbazên dan û standina bi Rêber Abdullah Ocalan re li dijî qanûnên navnetewî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundên navçeya Eyn Îsa yên li başûrê bajarê Girê Spî yên li eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker re, tevî şewitandina mewsima wan a par bi israr in zeviyên xw biçînin, li aliyekî din jî Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî tevahî pêdiviyên çandiniyê bi bihayên piştevan, pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamosteyan gotin, daxwaza guhertina meteryalên bi zimanê kurdî xeta sor e û destnîşan kirin ku tu kes daxwaza ENKS'ê ya vegera li meteryalên hikumeta Şamê qebul nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan texmîn kir ger Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan di destwerdana kar û barên cîran û piştevaniya komên çete de israr bike, dê parçebûnên mezin li Tirkiyê çêbin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Şêniyên Qamişloyê diyar kirin ku PDK bi kiryarên xwe dixwaze Kurdistanê wekî kiryarên dijminê gelê kurd perçe bike. Her wiha dan zanîn ku tê xuyanî kirin ku PDK yekser girêdayî dewleta Tirk a dagirker e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star a Efrînê Zozan Mistefa bang li hemû jinan kir ku beşdarî çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bibin û destnîşan kir ku pêwîst e jinên efrînî dengê xwe bigihînin derve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Bi teklufeya 127 hezar dolarî, Desteya Enerjî û Vegihînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Mûdîriyeta Kehrebe ya bajarê Hesekê xeteke nû ya kehrebe datîne da ku hêza kehrebeyê ji bo taxên rjoavayê bajarê Hesekê zêde bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di çarçoveya palnsaziya mewsimê zivistanî yê 2020-2021'an a pêşxistina çandiniyê de, Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê destekê dide tevahî cotkaran da ku mewsimekê bi berhem encam bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA