Şêniyên Rojava banga hişyariyê li Mesûd Barzanî kirin

Şêniyên Qamişloyê diyar kirin ku PDK bi kiryarên xwe dixwaze Kurdistanê wekî kiryarên dijminê gelê kurd perçe bike. Her wiha dan zanîn ku tê xuyanî kirin ku PDK yekser girêdayî dewleta Tirk a dagirker e.

Şêniyên Rojava banga hişyariyê li Mesûd Barzanî kirin
11 mijdar, 2020   03:54
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ 

Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK`ê her ku dem diçe nuqteyên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêdetir dike. Ruxmî ku PDK`ê bi van kiryarên xwe tê şermezarkirin jî lê xwe ker dike, deng û daxwazên gelê kurd paşguh dike.

Li hemberî kiryarên PDK`ê Koma Civaka Demokratîk KCK`ê banga dîyalogê dike, lê hê jî PDK vê bangê bi cî nayne, berovajî vê yekê bi zimanekî ji kurdîyetiyê dûr aloziyê kûrtir dike.

Têkildarî mijarê şêniyên Qamişloyê nêrîna xwe bi me re parve kirin.

Haşim Şwêş diyar kir ku ew li dijî kiryar û tevlîheviyên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK`ê li Başûrê Kurdistanê derdixîne holê ye û got: "Heta dawiyê em nahêlin ku şerê birakujî rû bide, divê dîyalog bên kirin da ku dijmin nikaribe kurdan ji hev qut bike, dema diyalog bên kirin wê dijmin ji kurdan dûr bikeve."

Şwêş wiha dirêjî da axafitna xwe û got: "Divê PDK dev ji dewleta Tirk berde û xwe ji dijmin qut bike. Her wiha divê PDK daxwaza rakirina baregehên dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê bike."

`YEK HEWILDANEK PDK`Ê JI BO AVAKIRINA KURDISTANÊ TUNE YE`

Şwêş bang li gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê kir ku dakevin qadan û nerazîbûna xwe li hemberî kiryarên PDK`ê nîşan bidin û wiha domand: "Ta ku em hemû komployên dewleta Tirk yên li dijî gelê kurd têk bibin, ji ber ku heke şer derkeve û nakokî kûrtir bibin wê ev nakokî û şer jî têkeve xizmeta dewleta Tirk. Dewleta Tirk; her ew dewlet e ku gelek herêmên Kurdistanê dagir kirine, zarok û gelê kurd kuştine û mal û milkê kurdan talan kiriye."

Nebîl Ismaîl jî diyar kir PDK helwesteke nerast nîşan dide û got: "Heke em rastiya Partiya Demokrat a Kurdistan PDK`ê binirxînin em bibêjin; ji roja ku hatiye avakirin tevlîheviyan derdixe, yek hewildaneke wê di avakirina Kurdistanê de yan jî di meseleyên Kurdistanê de tune ye."

`PDK YEKSER GIRÊDAYÎ DEWLETA TIRK E`

Ismaîl wiha got: "Roja îro dema ku Mesûd dibêje perçeyên kurdistanê ne girêdayî hev in, ev yek yekser dikeve xizmeta dijmin, ji ber ku ew jî bi kiryarên xwe Kurdistanê perçe perçe dike, li ser vî esasî Mesûd Barzanî wê vê tevlîheviyê berdewam bike."

Ismaîl wiha dirêjî da axaftina xwe: "PDK naxwaze dîyalogan bi aliyên Kurdî re bike, ji ber PDK yekser girêdayî dewleta Tirk e, dewleta Tirk çi jê dixwaze wê pêk tîne, dîyalogên wê bi Tirkiyê re heye."

Her wiha diyar kir ku ew wekî civaka kurd vê yekê ji PDK`ê qebûl nakin û got: "Em Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat fam nakin, tiştê em dizanin Kurdistan tev de yek e."

`DEMA KU MERTALÊN ZINDÎ BÊN XWESTIN EM MERTALÊN ZINDÎ NE`

Ismaîl bang li Mesûd Barzanî kir ku dev ji van kiryaran berde û got: "Ji ber ku bi van kiryaran îxanetê dike. Her wiha banga min ji miletê kurd re ku xwe girêdayî kesekî ne girêdayî berjewendiyên hemû kurdan e û xwe ji doza Kurdistanê re dide paş nekin."

Ismaîl wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke bê xwestin em amade ne, weke ku em di rûyê xendekên şermê de bisekinîn. Dema ku mertalên zindî bên xwestin em mertalên zindî ne."

`MESÛD BARZANÎ ÎXANETA HERÎ MEZIN DIKE`

Semîra Mihemed jî da zanîn ku ew kiryarên PDK`ê şermezar dikin û got: "Em li dijî şerê biakujiyê ne, em îro dibînin ku îxaneta herî mezin Mesûd Barzanî dike. Em dibêjin bila li xwe vegere û li şûna ku dixwaze şerê birakujiyê rû bide bila şerê dijminê gelê kurd dewleta Tirk bike."

Semîra got: "Ji ber gelekbûna qedera îxanetê li cem Partiya Demokrat a Kurdistan PDK`ê naxwaze dîyalog bên kirin. Heta ji me were em ê li ber sînoran bin, heke bê xwestin jî em ê xwe li sînoran bixin."

ANHA