Hiqûqnas: Di qanûnên navneteweyî de têgehek bi navê “tecrîd” tune ye

Parêzeran diyar kirin ku dozgeriya Tirkiyê polîtîk e û li dijî hemû qanûnên navnetewî û niştimanî ne. Her wiha destnîşan kirin ku di qanûnên navnetewî de tiştekî navê wê tecrîd tuneye û rêbazên dan û standina bi Rêber Abdullah Ocalan re li dijî qanûnên navnetewî ne.

Hiqûqnas: Di qanûnên navneteweyî de têgehek bi navê “tecrîd” tune ye
11 mijdar, 2020   02:36
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Di tevahî dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî de gelek qanûnên navnetewî yên taybet bi dan û standinên bi girtiyên siyasî re hene. Her wiha qanûnên netewî yên taybet bi dan û standinên bi girtiyên siyasî û sivîl re hene. Li gorî van qanûnan mafên girtiyên siyasî hene. Ji aliyê hiqûqî de mafê girtiyê siyasî heye ku rojaname û pirtûkan bixwîne û bûyeran bişopîne, her wiha parêzer û malbatên xwe bibîne û têkiliyên wî bi derdorê re hebin.

Di Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan a sala 1948'an û peymana navnetewî ya mafên sivîl û siyasî ya sala 1966'an de tê gotin ku her mirovek xwedî mafên jiyanê ye û divê qanûn vî mafî biparêze, nabe kesek bi zorê ji mafê jiyanê bê mehrûmkirin. Her wiha nabe ev maf di rewşên awarte de were betalkirin. Di vir de em dikarin girtiyê siyasî wekî kesekî ku bêyî biryarên dozgerî hatiye binçavkirin an azadiya wî hatiye sînordarkirin bi nav bikin, tenê ji ber ku nêrîna wî an beşdarbûna wî ya siyasî li dijî ya desthilata hakim e, an piştgiriya muxalefetê dike hatiye girtin.

Lê dewleta Tirk hemû qanûn û peyamên navnetewî binpê dike, tecrîdeke girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û roj bi roj vê tecrîdê girantir dike. Bi vê yekê hemû qanûnên navnetewî yên girêdayî (Darizandina bê edaletî, rewşa girtîgehê ya ne guncaw, tecrîd) derbas dike.

'SIYASETÊN TIRKIYÊ YÊN LI DIJÎ RÊBER OCALAN JI CEZAYÊN HERÎ GIRAN ÊN JI BO RÛMETA MIROVAHIYÊ NE'

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan siyasetên derqanûnî pêk tîne û wiha got: "Rêbaza danûstandina bi rêber Abdullah Ocalan, qanûn û cezayên ku hikumeta Tirkiyê li dijî rêbertî ferz kiriye, li dijî qanûnên navneteweyî ne. Her wiha dozgeriya dewleta Tirk li dijî doza Ocalan bi siyasî tevdigere, qanûna navnegteweyî binpê dike û cezayên dermirovî ferz dike."

Xedîce Îbrahîm wiha domand: "Tecrîda li dijî rêber Ocalan, qedexeya dîtina parêzer û malbatê ya rêbertî û mehrûmkirina ji mafên wî, sûcekî derqanûnî, binpêkirina qanûnên rêxistinên mafên mırovan û mîsaqên navneteweyî ye. Her wiha sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan ku siyasetmedar, rêberekî gel û fîlozofekî navneteweyî ye, binpêkirina rûmeta mirovahiyê ye."

Di tevahî biryarên rêxistinên navneteweyî yên li hember girtiyan de heye ku mafên girtiyan heye gotinên xwe di demeke nêz bike, parastina xwe bike û parêzerekî ji xwe re diyar bike, divê agahiyên der barê mafên xwe de bigire, divê têkiliya wî bi cîhanê derve re hebe, malbat cihê wî bizanin, têkilî û serdana malbatê hebe, divê li hember girtiyan rêzdarî hebe.

Tevî van hemû biryaran jî, lê rêxistinên navneteweyî ya girêdayî NY’yê, CPT û rêxistinên mafên mirovan a navneteweyî, heta niha bi rola xwe li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan û tevahî girtiyên siyasî ranebûye."

‘HEBÛNA RÊBER OCALAN LI GIREVA ÎMRALIYÊ BANDOREKE NEYÊNÎ LI TENDURISTIYA WÎ DIKE’

Xedîce Îbrahîm îşaret bi sûcên dewleta Tirk ên li dijî tenduristiya rêber Ocalan kir û wiha axivî: "Hebûna rêber Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê bandoreke neyênî li tenduristiya wî dike, ji ber ku temenê wî mezin e. Li aliyekî din jî li girava Îmraliyê rêjeya şilbûnê zêde ye û bandorê li tenduristiya rêbertî dike.  Ji lew re divê rêxistinên mirovî yên girêdayî NY’yê fişarê li dewleta Tirk bikin, da ku rêber Ocalan ji girava Îmraliyê veguhêzin cihekî guncaw."

Xedîce Îbrahîm da zanîn ku pêwîst e CPT li gorî mîsaqa damezrandina wê, her 3 mehan li ser girtiyên siyasî bigere û wiha pê de çû: "Divê rêxistin serdanên ji Îmraliyê zêde bikin, da ku bersiva bangên aliyên demokratîk û kesên demokrat pêk bîne, raporekê li ser rewşa Ocalan a tenduristî û tecrîdê amade bike."

 ‘RAPORA CPT A DER BARÊ RÊBER OCALAN DE, RAZÎKIRINA HIKUMETA TIRKIYÊ YE’

Xedîce Îbrahîm behsa rapora dawîn a CPT a 2019’an kir û wiha got: "Tevî sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêbertî, xwestekên malbata wî û muwekilên wî yên hevdîtinê jî, lê rêxistinên mafên mirovan û CPT raporeke şermînî da, her wiha piştî di bin çavdêriya hikumeta Tirkiyê re derbas bû ji raya giştî ya cîhanê û rêxistinên NY’yê re belav kir."

Xedîce Îbrahîm di dirêjahiya axaftina xwe de wiha bi lêv kir: "Diviyabû van rêxistinan çavdêriya giştî li ser girtiyan bikira û raporek li ser rewşa wan amade bikira, ji ber ku ew rêxistinên navneteweyî ne û dikarin wê yekê bikin. Lê belê em dibînin ku dûrî rastiyê ne û rapora ku daye, bi hedefa razîkirina hikumeta Tirkiyê ye."

 ‘TIRKIYE QANÛNÊN AWARTE DERDIXE Û MAFÊN MIROVAN Û YÊN GIRTIYÊN SIYASÎ BINPÊ DIKE’

Endamê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Mehmûd Xilo destnîşan kir ku li gorî qanûn, made û protokolên ji aliyên piranî dewletan ve hatine îmzekirin, divê girtiyên siyasî tevahî mafên xwe wergirin, mîna hevdîtina bi parêzer û malbatên xwe re, heta danûstandina bi derve re û wiha got: "Mafên girtiyên siyasî ji mafên girtiyên sivîl cuda ne, her wiha sûcê siyasetmedaran li gorî qanûna navneteweyî "sûcê pîroz e", Ji ber siyasetmedar xebata li ser guhartina rêxistinê dike yan jî civakê ji rejîma destpotiyê rizgar dike."

Xilo diyar kir ku dewleta Tirk qanûnên awarte yên binpêkirina mafên mirovan û mafên girtiyên siyasî derdixe û wiha berdewam kir: "Ev cara yekemîn e ku dibînim tecrîd li dijî girtiyekî siyasî tê ferzkirin. Divê qanûnên awarte li dijî rêber Ocalan neyên ferzkirin û neyê tecrîdkirin."

Di qanûna navneteweyî yan jî rêxistinên mafên mirovan de tiştekî bi navê tecrîdê tune ye, ji ber ku ceza û şêweyekî ji tundiyê ye.

Mehmûd Xilo wiha piştrast kir: "Ji mafên her parêzerekî ye, rojane daxwaznameyê ji serdozgeriya giştî re bike ku muwekîlê xwe bibîne, lê dewleta Tirk qanûnên awarte yên li dijî mafên mirovan û mafên girtiyên siyasî derdixîne."

Dadgeha Borsayê di 23’yê Îlona borî de biryarek da ku nabe parêzer rêber Ocalan û 3 girtiyên din ên Ii Îmraliyê heta 6 mehan bibînin, dadgehê di biryara xwe de, xwe spart parêznameya Ocalan a ku di 2009’an de ji DMME’yê re rakiriye.

 ‘HEDEFA DEWLETA TIRK JI TECRÎDÊ, SIYASÎ YE’

Xilo xuya kir ku li dewleta Tirk mafên girtiyê sivîl ê bi tawana hişbir, dizîn û qetilkirinê hatiye girtin bi temamî heye, mîna hevdîtina bi parêzer û malbatê re. Lê mafên girtiyê siyasî tune ye. Ev diyar dibe ku li Tirkiyê tevahî sûc dikarin pêk bên, lê tenê siyaset pêk nayê."

Xilo di dawiyê de got dewleta Tirk dizane ku taybetmendiyên rêber Ocalan ên çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn hene û bi tevahî siyasetên navneteweyî dizane. Ji lew re tecrîd girantir kiriye. Her wiha dewleta Tirk hewl dide gel ji fikir û perspektîfên rêbertî yên der barê pêvajoya niha de bi dûr bixe. Hedefa dewleta Tirk ji tecrîdê, siyasî ye.

(fr)