‘Her ku diçe têkiliyên Erodgan bi dewletên herêmî û civaka navaneteweyî re xerab dibin’

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan texmîn kir ger Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan di destwerdana kar û barên cîran û piştevaniya komên çete de israr bike, dê parçebûnên mezin li Tirkiyê çêbin.

‘Her ku diçe têkiliyên Erodgan bi dewletên herêmî û civaka navaneteweyî re xerab dibin’
11 mijdar, 2020   01:22
KOBANÊ

Îbrahîm Qeftan li ser siyaseta ku dewleta Tirk a dagirker bi dosyayên herêmî û navneteweyî re pêk tîne, axivî.

Qeftan wiha got: "Her kiryar û sûcê ku Erdogan dike, hinardekirina binketina xwe ya hundirîn û ya danûstandina bi civaka navneteweyî ji derve re ye, mîna çawa li Lîbya, Qerebax û Sûriyê dike."

Qeftan wiha domand: "Rastiya ku dewleta Tirk hewl dide li herêmê bike û berê jî xaka Sûriyê dagir kiriye û şandina peyamên kûr ji herêmê re ku dê dagir bike, di rastiyê de hin herêm dagir kirin an jî tiştên li Iraq, Lîbya, Şengal û Qerebaxê pêk tîne, ev tevahî rêzebinketina hundirê Tirkiyê ye."

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan îşaret bi îstîfakirina wezîrê darayî ya dewleta Tirk Beraat Albayreq ê zavayê Erdogan kir û wiha pê de çû: "Tişta ku bûye, nîşane ye ku dê Erdogan bi sedema siyasetên xwe yên binketî li herêmê û binketina wî ya di AKP’ê de bi tenê bimîne."

‘ERDOGAN DI NAVNETEWEYÎ DE BI BIN KET Û BI TERORÎSTAN RE BI SER KET’

Qeftan eşkere kir ku êdî di nava siyaseta navneteweyî de piştevanî û piştgiriya dewleta Tirk ji komên tundraw ên çete li gelek dewletên li Rojhilata Navîn ne veşartî ye. Erdogan di rakêşandina hêzên navneteweyî û herêmî bi bin ket, lê belê di rakêşandina hêzên terorîst de bi ser ket, mîna li Lîbya, Sûriyê, Qerebax û herêmên dîtir ên ku lê şer û nakokî hene."

Qeftan wiha texmîn kir : "Heke siyaseta Erdogan berdewam kir, dê serhildana gel li hundirê Tirkiyê li dijî Erdogan li dar keve û parçebûnên mezin çêbin. Em û gelê Tirkiyê, AKP’ê li beramber van sûcan berpirsiyar dibînin."

Di dirêjahiya axaftinê de Qeftan wiha bi lêv kir: "Hêvî dikim ku tu şer li Tirkiyê mîna li Sûriyê çêbûye pêk neyê û gelê wê di aştiyê de bijî. Lê belê ev partiya îxwanî anku AKP’ê welat bi halê xwe nahêle, dê çawa li Sûriyê, Lîbya û hwd wêran, talanî û piştevaniya rêxistinên radîkal kiriye, li Tirkiyê jî bike."

 ‘HEDEFA ERDOGAN LIDARXISTINA KAOSEKÊ LI CÎHANÊ YE’

Êdî dewleta Tirk bûye aliyekî şerê di navbera Ermanistan û Azerbaycanê de, ji ber nîşaneyên piştrast hene ku dewleta Tirk bi hezaran çete ji bo şerkirina li rex artêşa Azerbaycanê şandine, ji wê zêdetir jî Enqere bi awayekî eşkere piştevaniya Azerbaycanê dike.

Girêdayî mijarê, Qeftan wiha berdewam kir: "Erdogan niha li Qerebaxê şerekî olî bi lidarxistina fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de û şandina çeteyên sûrî ji bo qetilkirina gelê Ermenistanê, pêk tîne. Ev şer bi hedefa pêkanîna kaosekê li cîhanê ye."

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan wiha axivî: "Erdogan niha di têkiliyên xwe yên bi dewletên herêmî û navneteweyî de ber bi sifirê ve diçe, ji ber piştevaniya blok, rêxistinên radîkal û terorîst dike."

Îbrahîm Qeftan di dawiya axaftina xwe de behsa gefên dewleta Tirk li bakurê Sûriyê û helwesta NATO’yê ya der barê sûcên desthilatên Enqereyê de kir û wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya gefên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze bibêje ew nahêle ev projeya demokratîk bigihîne ronahiyê, em jî ji NATO’yê re dibêjin ku têkiliya xwe bi dewleta Tirk re qut bike, ji ber êdî dewleta Tirk bi sedema siyasetên Erdogan ên piştevaniya rêxistinên terorîst li ber hilweşînê ye."

(fr)

ANHA