"Çandinî berxwedan e"..Tevî zevî li eniyên şer in jî, cotkar bi israr in biçînin

Şêniyên gundên navçeya Eyn Îsa yên li başûrê bajarê Girê Spî yên li eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker re, tevî şewitandina mewsima wan a par bi israr in zeviyên xwe biçînin, li aliyekî din jî Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî tevahî pêdiviyên çandiniyê bi bihayên piştevan, pêşkêş dike.

"Çandinî berxwedan e"..Tevî zevî li eniyên şer in jî, cotkar bi israr in biçînin
11 mijdar, 2020   05:09

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çandina genim û ceh kir. Her wiha piranî cotkarên gundewarên navçeya Eyn Îsa û kantona Girê Spî ya dagirkirî, tevî ku zeviyên wan li eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re, cot kirin. Ji dagirkerî û çeteyên wê par yekser cotkar hedef digirtin û zeviyên wan dişewitandin.

Piranî cotkarên Girê Spî û gundewarên wê pişta xwe didin çandiniya bejî, lê hinan jî bîr li nav zeviyên xwe kolandine û bi jenatoran mewsima xwe av didin.

Rûbera zeviyên ruxsetkirî yên li Girê Spî yên îsal, 148 hezar û 290 donim avî û 319 hezar û 682 donim bejî ye. Ev zevî li tevahî navçe û gundewarên Girê Spî belav in; bajarokê Curniyê, navçeya Eyn Îsa, Silok, Hîşe û Ebû Xerza.

 ‘ÇANDINÎ BERXWEDANÎ YE’

Şêniyê bi navê Tewfîq Şiblî, der barê sedema çandina zeviya xwe ya îsal ya li gundê Sikêro ku li rex rêya M4 de wiha got: "Çandinî bi xwe li hember dagirkeriyê berxwedaniyek e, xak ji bo me biha ye, em nahêlin û dê heta hezarî carî jî bişewitînin, biçînin."

Li gorî bîlançoya Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Girê Spî, par zêdetirî 63 hezar donimê mewsima zivistanê bi sedema topbaranên bêserûber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şewitîn.

Şiblî wiha domand: "Em di çandiniyê de hin pirsgirêkan dikişînin, ew jî tirsa xwediyên alavên çandiniyê ya nêzbûna ji wan herêman e, bi wê re jî neçar dibin kirê zêde bikin. Wê jî hişt ku hin cotkar zeviyên xwe neçînin, ji ber nikarin lêçûna wê bidin û ji tirsa şewatê re jî."

Şiblî da zanîn rola gerînendetiya çandiniyê di piştevaniya wan a çandiniyê de mezin e, ji ber tevahî pêdiviyên çandiniyê, ji tov, semad û sotemeniyê pêşkêş dikin. Her wiha dê di zeviyên xwe de li ber xwe bidin û bûr nahêlin.

Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Girê Spî li gorî keşf û ruxsetan piştevaniya cotkaran dike. Hejmara ruxsetan ku heta niha hatine qeydkirin, 866 ji çandiniya avî re, ji her donimeke avî re 6 lître mazot, 25 kg semadê ureya û 20 kg semadê phosphat tê pêşkêşkirin, lê li gorî çandiniya bejî, 20 lître mazot ji her hêktarekê re tê dayîn.

Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Girê Spî di keşfên li ser zeviyên di eniyên şer de astengiyan dikişîne.

Girêdayî vê, koordînatorê Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî Mihemed Ednan wiha da zanîn: "Bi sedema teqelêkirina segvanên artêşa Tirk a dagirker a her kesê nêzî eniyên şer dibe, em nikarin zeviyên li wan herêman keşf bikin. Ji bo wê jî, em pişta xwe didin kefşên komînên li wan herêman an jî qeydên kevin ên berê."

Gerînendetî ji sedî 50 piştevaniya cotkarên Girê Spî ya mewsima zivistanê dike.

 (fr)

ANHA