KCKD-E'ê daxuyaniya Fransayê şermezar kir

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê daxuyaniyên hikûmeta Fransayê şermezar kir û got: “Fransa şerê nava Kurdan teşwîq dike, destekê dide lîstikên dewleta Tirk ên li ser herêmê."

KCKD-E'ê daxuyaniya Fransayê şermezar kir
10 mijdar, 2020   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê bal kişand ser daxuyaniyên li ser navê hikûmeta Fransa û got: “ Daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Fransa ya têkildarî hewldanên provakatîf ên hêzên PDK’ê di asta geşkirina agir, tetîkkirina şerê navbera Kurdan û destekkirina lîstkiên dewleta Tirk a qirker ên li ser herêmê de ye.”

Di daxuyaniyê de KCKD-E’yên bal kişand ser van nuqteyan:

 “Daxuyanî tê wateya çavê xwe li êrişên Tirkiye ya bi destê çeteyên DAIŞ’ê ya li Fransa û Awisturya, girtine, heman demê tê wateya erêkirina êrişên li ser Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê.

Em vê daxuyaniya ku pêşiya êrişên dewleta Tirk a bi destê çeteyên DAIŞ’ê li ser xaka wan herî zêde tên kirin, bûye sedema mirina gelek kesî şermezar dikin. Daxuyaniya Fransa di asta teşwîqkirina provakatîfên Tirkiye-PDK hevkar didomînin û derxistina şerê nava Kurdan de ye."