Îsraîlê droneke Hizbullahê xist xwarê

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê droneke Hizbullahê xist xwarê ku qada asîmanî ya Îsraîlê derbas kir.

Îsraîlê droneke Hizbullahê xist xwarê
10 mijdar, 2020   16:53
BEYRÛT

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraei got ku Fermandariya Bakur di amadebûneke mezin de ye û rê nade ku serweriya Îsraîlê were binpêkirin.

Avichai Adraei li ser rûpela xwe ya tevna civakî wiha nivîsand: "Hêzên artêşa parastinê, beriya çend kêliyan droneke girêdayî rêxistina terorîst a Hizbullahê xist xwarê ku ji Lubnanê qada asîmanî ya Îsraîlê binpê kir. Hêzê di dirêjahiya demê de tevger şopand heta xist xwarê bêyî xeteriyê bigihîne bajarokên derdorê. Fermandariya Bakur di amadebûneke mezin de ye û rê nade ku serweriya Îsraîlê were binpêkirin."

(bb)