Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrikê ji bo şopandina qedexeya giştî dewriye zêde kirin

Li Dêrikê sûk, navend û dikanên bazariyê hatin girtin, lê tenê navendên ku xebatên wan divê berdewam be, vekirî ne, mîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tîma tenduristî, dermanxane, sotemenî, firin û dikanên şaxî. Ligel wê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriyeyên xwe ji bo binpênekirina qedexeya derketina derve ya giştî, zêde kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrikê ji bo şopandina qedexeya giştî dewriye zêde kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrikê ji bo şopandina qedexeya giştî dewriye zêde kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrikê ji bo şopandina qedexeya giştî dewriye zêde kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrikê ji bo şopandina qedexeya giştî dewriye zêde kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrikê ji bo şopandina qedexeya giştî dewriye zêde kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrikê ji bo şopandina qedexeya giştî dewriye zêde kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrikê ji bo şopandina qedexeya giştî dewriye zêde kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrikê ji bo şopandina qedexeya giştî dewriye zêde kirin
10 mijdar, 2020   15:44
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Li Dêrikê tevger çûn û hatinê pir kêm e, dikanên bazariyê, gerac û dibistan girtîne, li gel wê jî tîma tenduristî ya Heyva Sor a Kurd, piştî girtina klînîkên taybet, rewşên nexweşên lezgîn pêşwazî dike.

Hemşîreya Heyva Sor a Kurd Helez Hisên wiha got: "Heyva Sor rojane nêzî 27 rewşên nexweşên beşa jinê, 27 nexweşên beşa zarokan, 27 nexweşên hundirîn û rewşên lezgîn pêşwazî dike."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrikê dewriyeyên xwe li nava bajêr zêde kirin, 5 nuqte li nava bajêr danîn, ketin û derketina bajêr girt, lê tenê rewşên awarte û mirovî dikarin derkevin û têkevin.

Berpirsê Rêveberiya Ewlehiya bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrikê Ednan Qehreman wiha da zanîn: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gorî biryarên Desteya Tenduristiyê ya parastina selametî û ewlehiya şêniyan tevdigerin, ew jî bi rêya qedexekirina kombûn û derketina derve di dema qedexeyê de."

Qehreman bang li şêniyan kir ku li gorî biryaran tevbigerin û di malên xwe de bin, da ku parastina xwe ji vîrusa Koronayê bikin.

Endama Hêzên Asayîşa Jin Hêlîn Osman a ku çavdêriyê li ser bendeke kontrolê ya li nava bajêr dike, wiha pê de çû: "Bendên kontrolê li tevahî taxên bajêr belav in, da ku şênî kom nebin, li gorî biryarên qedexeyê tevbigerin."

Şêniyên Dêrikê diyar kir ku ji biryara qedexeya derketina derve, digel zêdebûna rewşên bi vîrusa Koronayê dikevin, kêfxweş in.

Li aliyekî din jî Şaneya Aloziyê îro li avahiya meclisa herêmê civîya da ku mekanîzmaya pêkanîna biryara qedexeya li Dêrik û gundewarên wê û binpêkirinên ku di 5 rojên qedexeyê de çêbûn, piştrast bike.

Şaneya Aloziyê piştrast kir ku qedexeya derketina derve pêk tê û heta niha tu astengî tune ne, ji ber şênî biryaran pêk tînin û di malên de ne, da ku parastina xwe û malbatên xwe bikin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NaDMDuAQm0Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>