Dayikên şehîdan û saziyên sivîl: Dijminê me Kurdan yek e, divê şerê birakujiyê çênebe

Dayikên şehîdan û saziyên sivîl ên herêma Cizîrê banga rawestandina kiryarên PDK`ê kir û got "Dijminê me Kurdan yek e, divê şerê birakujiyê çênebe."

Dayikên şehîdan û saziyên sivîl: Dijminê me Kurdan yek e, divê şerê birakujiyê çênebe
Dayikên şehîdan û saziyên sivîl: Dijminê me Kurdan yek e, divê şerê birakujiyê çênebe
Dayikên şehîdan û saziyên sivîl: Dijminê me Kurdan yek e, divê şerê birakujiyê çênebe
Dayikên şehîdan û saziyên sivîl: Dijminê me Kurdan yek e, divê şerê birakujiyê çênebe
Dayikên şehîdan û saziyên sivîl: Dijminê me Kurdan yek e, divê şerê birakujiyê çênebe
Dayikên şehîdan û saziyên sivîl: Dijminê me Kurdan yek e, divê şerê birakujiyê çênebe
Dayikên şehîdan û saziyên sivîl: Dijminê me Kurdan yek e, divê şerê birakujiyê çênebe
Dayikên şehîdan û saziyên sivîl: Dijminê me Kurdan yek e, divê şerê birakujiyê çênebe
Dayikên şehîdan û saziyên sivîl: Dijminê me Kurdan yek e, divê şerê birakujiyê çênebe
10 mijdar, 2020   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li dijî hewldanên şerê birakujiyê li Başûrê Kurdistanê, roj bi roj zêde dibin.

QAMIŞLO

Di vê çarçoveyê de li bajarê Qamişloyê dayikên şehîdan çalakiyek li dar xist.

Çalakî li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişloyê li dar ket. Di çalakiyê de dayika şehîd Tolhilan, Rojîn Axa axivî û da zanîn ku ew wek dayikên şehîdan bang li gelê Kurd dikin ku şerê birakujiyê rû nede û got: "Welatê me li ber çavan talan dibe, divê em bibin yek da ku em parastina welatê xwe bikin, li dijî dijmin bisekinin û em yek bin."

Dayika şehîd Yûsif Nebî, Hefîfa Îbrahîm jî banga yekitiyê li tevahiya Kurdan kir.

/kr/uploads/files/2020/11/10/125604_-.webp

Her wiha dayika bi navê Henîfa Hesen jî da zanîn ku dijminê Kurdan yek e û got: "Em dibêjin bila şerê birakujiyê çênebe."

Henîfa Hesen wiha domand: "Em bang li Mesûd Barzanî dikin; bila van plan û lîstokan li ser serê Kurdan çêneke, bila tevgera xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê rawestîne û baregehan ava neke."

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Dayikên şehîdan li navçeya Tirbespiyê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bû. Ji bo şermezarkirina tevgerên PDK`ê yên dawîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerpeyên (şarên) li ser serê xwe avêtin. Her wiha piştrast kirin ku ev tevgerên PDK`ê komployek bi fermana dewleta Tirk e.

Avêtina şaran jî edateke civakî ya kevnar e, dema nakokiyek an jî şerek rû bide. Dema jin mudaxele bikin û şarên li ser serê xwe biavêjin ev tê wateya ku divê aliyên nakok, li hev werin.

Dayikan şehîdan di çalakiyê de bang li şêniyan kir ku li dijî vê komploya ku destkeftiyên gelê Kurd hedef digire, bisekinin.

Dayika şehîd Rîwan ê ku di 2014`an de di êrişên DAIŞ`ê de yên li dijî herêmên başûrê navçeya Tirbespiyê şehîd bûne, Şaha Osman bang li aliyên Kurdistanê kir ku helwesteke hevgirtin ku destkeftiyên gelê Kurd diparêze, nîşan bidin û bi komployên li dijî gelê Kurd û destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, neyên xapandin.

Dayikan nerazîbûna xwe ji tevger û helwestên PDK`ê bi avêtina şarên li ser serê xwe nîşan da û bang li gelê Kurd kir ku li dijî van tevger û helwestên dûrî nirxên Kurd û Kurdistanê bisekinin.

GIRKÊ LEGÊ

Gelek saziyên civaka sivîl û meclisên gel li navçeya Girkê Legê xwediyê heman helwestê bûn. Her wiha daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkirina Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) hêzên xwe Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Daxuyanî ji hêla endamê meclisa navçeya Girkê Legê Silêman Hesen ve hat xwendin û tê de êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li tevhî herêmên Kurdistanê û bi taybet Şengalê şermezar kirin.

Silêman Hesen di daxuyaniyê de destnîşan kir ku gelên herêmê di saya xwîna şehîdan û felsefeya rêber Abdullah Ocalan de herêm parastin, di demê ku herêmên din li Sûriyê bûyerên şer, kuştin û wêrankirinê re derbas dibûn.

Hesen wiha domand: "Bi navê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî tevahî herêmên Kurdistanê, Şengalê û bi taybet Qendîlê şermezar dikin. Em bang li hikumeta herêmê Kurdistanê û PDK ku li payê siyaseta dewleta Tirk a ku şerê kurdî-kurdî dike armanc, neçe."

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa jî bi dehan şêniyên navçeyê li pêşiya navenda Hêzên Parastina Civakî kom bûn û pankartên "Nekeve xefika dijmin û birayê xwe nekuje" hildan.

Di kombûnê de Ferec Hisên axivî û bi navê şêniyên Çilaxa êrişên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişa dawî ya dewleta Tirk li dijî Şengalê şermezar kir.

Hisên diyar kir ku hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd, Suryan û Ereb ve bûn yek û çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê erdnîgarî ve têk birin.

KOBANÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j6wOTeE12SQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li bajarê Kobanê bi dehan hevjîn û dayîkên şehîdan li mûzexaneya Kobanê kom bûn û helwesta xwe der barê siyaseta rageşiya ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê dimeşîne, nîşan dan.

Bi navê beşdaran yadê Şikriya Muslim a hevjîna şehîdekî axivî û siyasetên PDK'ê şermezar kirin û wek hevalbendekî dewleta Tirk a ku dijmantiya kurdan û sûcên hovane li dijî wan pêk tîne, bi nav kir.

Şikriya Muslim got, pêwîste PDK'ê li dîrokê vegere û şaştiyên xwe sererast bike ji ber hîn dem heye ku li xwe veger û şûna piştgiriya dijmin, piştgiriya gelê Kurd bike.

Şikriya banga yekitiyê li hêzên kurdî kir da ku li hemberî dijmin bisekinin û şaştiyên ku dikevin xizmeta dijmin û şerê birakujiyê derdixîne nekin.

Piştî ku dayîka Şikriyê axaftina xwe bi dawî kir hemû jinan laçikên avêtin di daxwazek zelal ku nakokî û rageşiya heyî bi dawî bikin.

(ekîb)

ANHA