Yekitiya Ewropayê tev li kongreya Şamê nabe

Yekitiya Ewropayê ragihand ku tev li kongreya vegera penaberan a ku dê li Şamê li dar bikeve, nabe.

Yekitiya Ewropayê tev li kongreya Şamê nabe
10 mijdar, 2020   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê bilind ê Yekitiya Ewropayê (YE) daxuyaniyek da û diyar kir ku tev li kongreya ku Şam amadekariya wê dike, nabin û wiha domand: “Gelek wezîrên karên derve yên dewletên endamên YE’yê û nûnerê bilind ê yekitiyê, vexwendnameyên tevlêbûna kongreya girêdayî vegera penaberan ku tê payîn di 11 û 12`ê Mijdarê de li Şamê li dar bikeve, wergirtine.“

Li gorî daxuyaniyê, mijara herî girîng di dema niha de ji bo YE`yê peydakirina şertên guncaw ji bo vegera ewle, dildarî û birûmet a penaberan ji herêmên wan ên resen re ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şertên Sûriyê di dema niha de ji bo vegerê ne guncaw in.

Her wiha hate diyarkirin ku vegera sînordar a ji bo Sûriyê rastî gelek astengiyan hatiye, nexasim leşkeriya neçarî, girtina bêserûber, revandin, îşkencekirin, tundiya bedenî û derûnî û nepeydabûna xizmetguzariyên bingehîn.

YE di daxuyaniya xwe de careke din piştrast kir ku biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2254’an çarçoveya çareseriya siyasî ya giştî û domdar a li Sûriyê diyar dike û sedemên veşartî yên nakokiyê, aloziya penaberan û koçberiya hundirîn çareser dike.

Di dawiya daxuyaniyê de ev yek hate gotin: “Em careke din bang li rejîmê û alîgirên wê dikin ku bi giştî û bawerî tev li xebatên Komîteya Destûrê, dozên din ên di biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2254’an de bibin û girtiyan serbest berdin.”

(şx)