Artêşa Tirk a dagirker baregehên li ser sînorê Rojava xurt dike

Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê xendekan dikole û blokên çîmento radike.

Artêşa Tirk a dagirker baregehên li ser sînorê Rojava xurt dike
10 mijdar, 2020   12:26
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ji navçeya Dirbêsiyê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker nuqteyên xwe yên li ser sînor li hemberî gundê Çetelê (2 km li rojavayê Dirbêsiyê) xurt kir.

Artêşa dagirker satirên axî rakirin û di navbera gundên Çetelê û Qermanê de nuqteyên leşkerî yên nû ava kirin û xendek kolandin. Her wiha 7 blokên çîmento rakirin.

Li gorî çavkaniyan, li herêmên sînorî di saetên êvarê de tevgera dewriyeyên dagirkeran zêde dibe. Sewqiyatên leşkerî û kolandina  xendekan dewam dikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sUfT-o7BblM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>