Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10 mijdar, 2020   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo ku sibê bi rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin.

(cx)