Piştî bûyerên revandinê hêzên Iraqê li Enbarê operasyonek da destpêkirin

Fermandariya Heşdî Şabî îro ragihand ku hêzên wan operasyoneke ewlehiyê ya hevbeş bi artêşa Iraqê û Heşda Eşîre re li beyara rojavayê Enbarê daye destpêkirin.

Piştî bûyerên revandinê hêzên Iraqê li Enbarê operasyonek da destpêkirin
10 mijdar, 2020   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Operasyonan a  Enberê ya Heşd Qasim Mislih di daxuyaniyekê de wiha ragihand: “Bi fermana operasyonên hevbeş û fermandariya Heşdî Şabî re vê sibehê saet 6:00`an operasyoneke fireh li 4 eniyên sereke li beyara rojavayê Enbar bi tevlêbûna artêşê, Fermandariya Operasyonan a Enbarê, Fermandariya Cezîrê û Beyareyê, tugayên Heşdî Şabî, Heşda Elî û tevahiya gerînendetiyên Desteya Heşd hate destpêkirin.”

Mislih diyar kir ku operasyon dê çend rojan li rojavayê Enbar li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên li wê herêmê bidome.

Dezgehên çapemeniyê yên herêmî ragihandibû ku DAIŞ`ê 4 welatî ji gundên Nazre li bakurê Retba yê li rojavayê Remadiyê revandine.

Îro jî nuqteyeke ewlehiyê li rojavayê bajarê Hît ê Enbarê rastî êrişekê hat. Di encamê de leşkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

 (şx)