Mistefa Karasû: Divê êzidî xweser bin, xwe biparêzin û biryarên der barê xwe de bi xwe bidin

Mistefa Karasû diyar kir daxwazeke wan a rêveberina Şengalê nîn e, lê berpirsyariyên wan ên wijdanî û exlaqî li beramber gelê êzidî hene û got “Em dibêjin divê êzidî xweser bin, xwe biparêzin û biryarên der barê xwe de bi xwe bidin.”

Mistefa Karasû: Divê êzidî xweser bin, xwe biparêzin û biryarên der barê xwe de bi xwe bidin
10 mijdar, 2020   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû di bernameya ‘Ulkeden’ a Medya Haber TV de pirsên têkildarî rojevê bersivandin.

Karasû diyar kir ku daxwazeke wan a biçin Şengalê bi rê ve bibin nîn e û der barê îdiayên ku dibêjin, ‘PKK li Şengalê ye’ de ye jî got: “ Berpirsyariyeke me ya wijdanî û exlaqî li beramber Şengalê heye. Rêbertiya me her timî dibêje, wir biparêzin û xwedî lê derkevin. Ji ber beşa herî mazlûm a Kurdan êzidî ne. Gerîlayên PKK’ê çûn wir ji qirkirinê rizgar kirin û paşê me hêzên xwe ji wir vekişand. Gerîlayên HPG’ê li wir nîne. Lê tiştek wisa li wir û heta li Rojava jî heye; Di dema şerê dijî DAIŞ’ê de hinek êzidiyên di nava PKK’ê de bûn çûn ji bo parastina wir û li wir man. Dibe ku çend kes ji wê demê wisa mabin, li wir. Ji derveyî vêya ti gerîlayek me li wir nîne. Yê parastina wir dike YBŞ’e ye û yên rêve dibin jî xelkê wir bixwe ye.”

Karasû da zanîn peywendiya Rêveberiya Xweser û YBŞ’ê bi awayeke fermî bi rêveberiya Iraqê re heye û wiha pê de çû: “Biqasî em dizanin heya niha peywendiyeke fermî ya YBŞ’ê bi Iraqê re heye. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî peywendiya wan bi Iraqê re heye û timî şandeyan dişînin Iraqê û hevdîtinan dikin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû diyar kir, mafê xwerêvebirin û parastinê ya êzidiyan mîna şîrê dayîkê helale û got: “Em tenê tiştek daxwaz dikin û dibêjin, bila Şengal xweserbe û hêza wan a parastinê hebe. Ev mafane mîna şîrê dayîkê helalin. Li her devereke cîhanê pêkhateyeke wisa xwedî nasnameyeke cûda, ji wan re xweserî tê nasîn. Ev yek li welatên Ewropa, Amerîkaya Latîn û li her devereke cîhanê heye. Qey wê êzidî dewlet ava bikin? Nexêr. Tenê dibêjin, emê xwe bixwe birêve bibin. Ma daxwazeke ji vê xwezayîtir ango rewatir heye? Tiştên ku em di mijara Şengalê de dibêjin ev e.”

Karasû da zanîn ji bo wan ya girîng xweserî ye, ne ew e wê kî bi rê ve bibe û got: “Bila tenê êzidî xweser bin, kî rêve dibe bila bibe. Yên dijî fikrê me anjî xwedî îdeolojiyeke cûdatir jî dikarin birêve bibin. Tenê bila xweseriya wan were naskirin û xwe bixwe bikarin rêve bibin û biparêzin.”

Karasû li ser şêwaza xweseriya Şengalê jî wiha axivî: “Bila li modelên xweseriyan yên li cîhanê binêrin, kîjan model ji bo wir guncaw be, dikarin wê pêk bînin. Jixwe dema xweser bibe, hêza wê ya parastinê û ewlekariya hundir jî wê girêdayî wê rêveberiyê be.”

Li ser projeyên hêzên herêmî yên li ser Şengalê de jî Karasû rexneyên tund kir û da zanîn dixwazin êzidî dibin leşkerên wan, karmend û nokerên wan û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Ya nayê qebûl kirin û êzidî jî dijî derdikevin ewe ku xweseriya wê nayê qebûlkirinn. Dibêjin wê karmendên wan hebin û êzidî bibin leşker û biçin di nava sengeran de cih bigirin. Dibêjin hunê bibin leşker, karmend û nokerên wan. Vî awayî nabe, divê êzidî xwe bixwe birêve bibin û biryarên der barê xwede bixwe bidin.”

Li ser mijara ku çima PKK dijî, peymana PDK’ê û Hikumeta Iraqê ya der barê Şengalê de îmzekirineye jî Karasû wiha axivî: “Niha peymanek hate îmzekirin, helbet em ê li dijî wê derkevin. Dema ev peyman hate îmzekirin nêrîna êzidiyan hate girtin? Em mereq dikin gelo nûnerên Êzidiyan yên di nava vê peymanê de kîne, Iraqe an PDK’ye! Ma ne dibû ev mijar ji êzidiyan hatiba pirsîn anjî şandeyeke êzidiyan jî li wir amadeban? Mûxabatê vêya êzidiye û eger wê bazarek bibe jî divê bi êzidiyan re were kirin, ne Iraq bi PDK’ê re. êzidî careke din, dîtin ku wan naxin şûna mirovan, ji ber vê nerazîbûn nîşandan û mafdarin. Em daxwazên êzidiyan yên di vê mijarê de mafdar dibînin, dibêjin divê cîhan jî piştgirî bidin vê daxwaza wan. Tişta divê PDK di vir de bike ewe, naskirina xweseriya êzidiyan e. Bila êzidî xweser bin û parastina xwe bixwe bikin. Bila girêdayî wan nebin. Dema xweserbû, wê her hiqûqek xwe bi Hikumeta Navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê re hebe.