Dewleta Tirk amadekariya vekişîna ji gundên Hema û Helebê dike

Dewleta Tirk a dagirker amadekariya vekişîna ji 3 nuqteyan li Şêr Mexar a rojavayê Hemayê û 2 nuqteyên li Qubtan El-Cebel û çiyayê Enedan li gundewarên Helebê dike.

Dewleta Tirk amadekariya vekişîna ji gundên Hema û Helebê dike
10 mijdar, 2020   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 50 wesayît ji Şêr Mexar ber bi Mear Hetat ve û piştre ber bi Seraqib û çiyayê Zawiyê ve derketin.

Ji aliyekî din ve jî, dewleta Tirk a dagirker amadekariya valakirina 2 nuqteyên nû yên Qubtan El-Cebel û çiyayê Enedan li bakurê rojavayê Helebê dike.

SOHR'ê piştrast kir ku dewleta Tirk bi giştî ji nuqteya Şer Mexar a çiyayê Şehşebo ê bakurê rojavayê Hemayê vekişî.

Hêzên hikumeta Şamê alên xwe di nuqteya 9'mîn a girêdayî dewleta Tirk li Morikê piştî ku dewleta Tirk a dagirker jê vekişî, bilind kirin.

(dm)