​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 65 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku 65 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 4 nexweşan jî jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 65 kesên din bi koronayê ketin
10 mijdar, 2020   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji nav nexweşiyên vîrusa koronayê (Covid-19) 4 kes jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine; mêrek û jinek ji Dêrikê ne û 2 mêrên ji Hesekê û Dirbêsiyê ne.

Mistefa da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 65 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 40 mêr in û 25 jin in û li van herêman in:

Dêrik: 13
Hesekê: 13
Qamişlo: 26
Amûdê: 1
Dirbêsiyê: 3
Girkê legê: 3
Til Temir: 1
Minbic: 1
Şehba: 4

Mistefa destnîşan kir ku ji nav nexweşên koronayê 16 kes baş bûne.

Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihaşt 5 hezar û 710 kesan, ji wan 147 kesan jiyana xwe ji dest daye û 830 kes jî baş bûne.

(dm)

ANHA