Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê bazirganên madeyên hişbirê girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê ragihand ku roja şemiyê li bajarokê Cezrat bazirganên madeyên hişbirê girtine. Piştî bidawîkirina lêpirsînê bi wan re, ji dadgehê re hatin şandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê bazirganên madeyên hişbirê girtin
10 mijdar, 2020   10:06
 DÊRAZOR

Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê, piştî lêgerîn û şopandina hinek bazirganan li gorî agahiyên ku hatine ber destê wê, bi ser malên wan de girtin û zêdetirî 220 tabletên hebên madeyên hişbirê yên cureyên cuda û gelek dermanên hişbirê ku hinek ji wan demborî bûn, desteser kirin.

/kr/uploads/files/2020/11/10/100752_093506_der-aszor-esais-28229.webp

Li gorî Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê, kesên ku hatine girtin, ji dadgehê re hatine şandin da ku werin darizandin.

(şx)

ANHA