​​​​​​​Siyasetmedarekî iraqî: Divê hêzên niştimanî li hemberî mudaxeleyên Tirkiyê kom bibin

Siyasetmedarê Iraqê Eseed El-Ebadî got, helwesta hikumeta Iraqê ya ji destwerdana Tirkiyê re lawaz e, ji ber ku têkiliyên xurt di navbera PDK û Tirkiyê de heye. El-Ebadî bang li hêzên niştimanî bi taybet ên erebî û kurdî kir ku li hemberî mudaxeleyên Tirkiyê kom bibin.

​​​​​​​Siyasetmedarekî iraqî: Divê hêzên niştimanî li hemberî mudaxeleyên Tirkiyê kom bibin
10 mijdar, 2020   04:43
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞERVÎN MISTEFA

Siyasetmedarê Iraqî Eseed El-Ebadî têkildarî destwerdana Tirkiyê ya di kar û barên Iraq û Başûrê Kurdistanê de û bêdengiya her du hikumetan li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk ji ANHA'yê re axivî.

El-Ebadî destnîşan kir ku ji ber sedemeke girîng hêza hikumeta Iraqê tuneye ku li hemberî destwerdana Tirkiyê bisekine û wiha got: "Ji ber ku aliyek girîng ji aliyên siyasî yên iraqî- kurdî anku Partiya Demokrat a Kurdistanê ya bi serokatiya Mesûd Barzanî tevkariyê dike û rê û rêbaz ji hikumeta Tirkiyê re vedike da ku destwerdanê di kar û barên Iraqê de bike û di bin nixumandina şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê de derbasî xaka Iraqê dibe."

El-Ebadî got ku girêdana hikumeta Iraqê ya bi dosyaya destwerdana Tirkiyê re gelek lawaz e, ji ber dan û standinên di navbera Tirkiyê û hikumeta herêmê ya di bin serweriya PDK'ê de heye.

Her wiha destnîşan kir ku sedemên derve jî girêdayî têkiliyên di navbera Tirkiyê, Iraq-herêma Kurdistanê de hene û wiha dom da axaftina xwe: "Ev têkilî girêdayî bazirganiyê ne ku dighêje milyaran dolarî û di rêya derbasbûna kel û pelan ji Başûrê Kurdistanê di deriyê sînor de ji bo Tirkiyê, her wiha karê qaçaxçîtiyê ku hin aliyên li Başûrê Kurdistanê yên ku bi hin aliyên hikumeta Iraqê û Parlamantoya Iraqê kar dikin, pêk tê."

Li gorî El-Ebad, heger lihevkirinek di navbera hêzên herêmî û netewî de çêbibe û bûyerên li ser asta hundira Iraqê an têkiliyên herêmê di navbera Iraq û dewletên cîran de werin teşhîrkirin wê guhertinek di pêşeroja herêmê de çêbibe.

Siyasetmedarê iraqî îşaret pê kir ku di serî de Tirkiye, gelek dewlet destwerdanê li kar û barên Iraqê dikin, Îran, Kendava Erebî û dewletên derdorê û got: "Dewletek nîne ku destwerdan li kar û barên Iraqê nekiriye."

Eseed El-Ebadî diyar kir ku destwerdana di kar û barên hundir girêdayî têgihiştina partî û hêzên niştimanî ji xeteriya tevgera siyasî ku xwe dispêre têkiliyên di navbera hevdu de û têkiliyên bi saziyên hikumetê çi girêdayî aliyê qanûnî an aliyên rêveberî.

Li ser vê yekê El-Ebadî dibêje: "Ji hêzên niştimanî yên di hundirê Iraqê û dewletên derdora  wê bi xurtî tê xwestin ku pirek ji tevgerî û hevdîtinan ava bikin da ku helwestekê ji mudaxeleyên herêmî yên ku ziyanê digihîne têkiliyên cîrantiyê re deynin, bi taybet hêzên niştimanî yên derveyî desthilatê. Ji demeke berê zêdetir tê xwestin ku li ser bingehên hevpariyên dîrokî û berjewendiyên siyasî li hev kom bibin da ku hewlesteke zelal û eşkere bigirin."

Siyasetmedarê iraqê Eseed El-Ebadî di dawiya axaftina xwe de got: "Divê kongreyek li Bexdayê were lidarxistin, tê de têkiliyên erebî û kurdî werin nîqaşkirin, tevahî aliyên dîrokî, siyasî û civakî û gihandina ber bi bernameyeke stratejî ya li ser dema nêz a nîşaneyên pêşerojê ya herêmê li gel destwerdanên bêserûber ên dewleta Tirk bên lêkolînkirin."

(bb)

ANHA