Li Minbicê gelek dewreyên perwerdeyê hatin bidawîkirin

Akademiya Şehîd Îsmaîl Mûsa ya li Minbicê bi dewreyên xwe yên perwerdeyê armanc dike ku asta zanabûn û têgihîştinê ya endamên saziyên Minbicê û gundewarên wê, bilind bike û bi wê yekê Rêveberiya Sivîl a a Demokratîk bi pêş bixe.

Li Minbicê gelek dewreyên perwerdeyê hatin bidawîkirin
Li Minbicê gelek dewreyên perwerdeyê hatin bidawîkirin
Li Minbicê gelek dewreyên perwerdeyê hatin bidawîkirin
Li Minbicê gelek dewreyên perwerdeyê hatin bidawîkirin
Li Minbicê gelek dewreyên perwerdeyê hatin bidawîkirin
Li Minbicê gelek dewreyên perwerdeyê hatin bidawîkirin
Li Minbicê gelek dewreyên perwerdeyê hatin bidawîkirin
10 mijdar, 2020   05:27
MINBIC-SELWA ABDUREHMAN

Akademiya Şehîd Îsmaîl Mûsa ya fikrî dewreyên perwerdeyê ji endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê û saziyên civaka sivîl re birêxistin dike. Akademî piştî rizgarkirina bajêr ji serweriya çeteyên DAIŞ’ê di 2016’an de, hate vekirin.

Akademî bi rêya van dewreyan hewl dide zanabûnê di nava rêveberiyên saziyên Minbicê û gundewarên wê de belav bike, da ku ew bi awayekî aktîv modela rêveberiyê pêş bixin.

 ‘GIRÎNGIYA PERWERDEYÊ’

Endamê rêveber ê akademiyê Mehmûd Bekro piştrast kir ku kêmbûna zanabûnê dihêle ku armancên şerê taybet pêk bên, lê belê bi zanabûnê dê hemû gefên ji derve bên valaderxistin û dê gel karibe bi awayekî baştir xwe biparêze.

Bekro diyar kir ku li gorî mirovan perwerde du beş in; perwerdeya giştî û perwerdeya takekesî. Her wiha mirov ji bilî perwerdekirina takakesî nikare bigihîne encamên baş ên jiyanê. Bi wê re divê pêbawer be ku pêwîst e di xwe de her tim guhartinekê çêke. Lê belê divê ev guhartin li ser bingehên rast be, da ku bigihîne encamên baş.

 

Gel van akademiyan bi awayekî baş pêşwazî dike, da ku asta zanabûn û naskirinê zêde bibe.

 ‘DI 4 SALAN DE HEJMAREKE MEZIN A DEWREYAN HATE VEKIRIN’

Ji dema vekirina akademiyê Cotmeha 2016’an de, nêzî 800 endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê perwerde dîtin.

Li akademiyên li Minbicê nêzî 28 dewre hatin vekirin, dema dewreyan destpêkê 12 roj bûn, lê piştre di pergala dewreyan de pêşdeçûn çêbû, dema wê bû mehek û bi awayekî girtî dewam kirin.

Endamên tev li dewreyên akademiyan dibin, waneyên li ser girîngiya perwerdeyê, rola perwerdeyê di avakirina civakê de, têgehên ji hêla desthilatan ve hatine reşkirin û rastiyên wan têgehan, distînin.

Ji wê zêdetir di akademiyan de waneyên li ser şerê taybet û gelek rêbazên wê, waneyên li ser parastina rewa, mafên gelan a di xweparastinê de, waneyên li ser dîroka jin, rizgarkirina zayendparêziyê, jînelojiya û projeya neteweya demokratîk jî tên dayîn.

Bekro eşkere kir ku ew her tim hewl didin akademiyan bi pêş bixin da ku mirov jê sûdê wergirin û civakeke zana ku parastina xak û welatê bike, ava bikin.

 ‘WANEYÊN JI RASTIYÊ Û JIYANA GIŞTÎ TÊN DAYÎN’

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Çavdêriya Giştî ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Abdulbasit Hisên ê ku di 2017’an tev li dewriyeke akademiye bûye, wiha got: "Waneyên ku me di akademiyan de standine; fikrî, çandî û li gorî rewşa giştî û cewhera rastiya jiyanê ne. Ev wane di serdema rejîmên desthilat ên berê de tune bûn û pêwîstiya me pê heye."

Hisên wiha domand: "Wan waneyên li ser şerê taybet û parastina rewa standin, ev her du têgeh jî berê hatibûn qedexekirin. Li gel wê jî me waneyên li ser dîroka jin ku tê de gelek sûdwarî ji jinan re hebû, standin, her wiha mêr jî sûdê ji waneya dîroka jin digire da ku bizane çawa bi jinan re bide û bistîne."

Hisên diyar kir ku wan waneyên li ser dîroka Rojhilata Navîn standin.

Abdulbasit Hisên wiha gotina xwe bi dawî kir: "Sûda perwerdeyê pir mezin e, ya herî girîng jî xurtkirina fikra jiyana civakan bi hev re, bêyî nêrîna li etnîk an jî neteweyê."

Li Minbicê û gundewarên wê vekirina akademiyan a dewre û bidawîkirinê berdewam e, li gel wê jî akademiyên taybet ên jinan an jî hêzên leşkerî û ewlehî hene ku xebatên berdewam in.

(fr)

ANHA