Welatiyên Kurd: Siyaseta Barzanî xizmeta dewleta Tirk û Erdogan dike

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyên dawî yên serokê PDK'ê Mesûd Barzanî yên der barê şerê li dijî hêzên gerîla û derxistina wan ji herêmên Başûr şermezar kirin, her wiha piştrast kirin ku ev daxuyanî xizmetî berjewendiyên dewleta Tirk dikin.

Welatiyên Kurd: Siyaseta Barzanî xizmeta dewleta Tirk û Erdogan dike
10 mijdar, 2020   02:19
HELEB

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê der barê daxuyaniyên serokê PDK'ê ji bo şerê li dijî Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê li çiyayên Garê û herêmên din û daxwazên wî bi derketina hêzên ku kurdên li herêmên Başûr diparêzin, nêrînên xwe parve kirin.

'GERÎLA ŞENGAL Û BAŞÛR JI XETERA DAIŞ'Ê PARASTIN'

Welatiya bi navê Zelûx Ehmed têkiliyên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û dewleta Tirk ve ên ku şerkirina li dijî Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê armanc dikin, şermezar kir û got: "Em şerê kurdî kurdî qebûl nakin ji ber ne di berjewandiyên gelê Kurd e, lê belê berjewendiyên dewleta Tirk xizmet dike".

Zelûx destnîşan kir ku ne ji gerîla be çeteyên DAIŞ'ê dê li ser Başûrê Kurdistanê kontrol bikirana lê belê şervanên gerîla, çeteyên DAIŞ'ê ji herêma Şengalê derxistin û Êzidî ji komkujî û tunekirinê parastin.

Zelûx bang li PDK'ê kir ku serî li maseyê diyalogê bidin û refên xwe bikin yek da ku çand, ziman û herêmên xwe ji plansaziyên dewleta Tirk biparêzin.

MESÛD NASNAMEYA XWE NAPEJIRÎNE

Welatiya bi navê Fayze Xelîl destnîşan kir ku Mesûd Barzanî dibêje ew Kurd e û silav dide dijminê gelê Kurd û şerê birayên xwe yên kurd dike û wiha domand: "Çima Mesûd bi vê rêbazî dev ji çand û nasnemaya xwe berdide? Çawa dikare şerê birayên xwe Kurd ên ku gelê kurd li Kurdistanê diparêzin bike û piştre idîa bike ku parastina kurdan dike?"

'SIYASETA MESÛD BARZANÎ JI YA ERDOGAN CUDATIR NÎN E '

Welatiya bi navê Dilîşan Osman daxuyaniyên Mesûd Barzanî yên der barê derxistina gerîla ji Şengalê şermezar kir û got:" Siyaseta Mesûd Brzanî ji siyaseta dewleta Tirk û Erdogan ne cûda ne".

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Fnu4iZNyHNs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>