ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10- 11-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10- 11-2020`AN
10 mijdar, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Dayikên şehîdan ji bo şermezarkirina sewqiyetên hêzên PDK'ê ber bi herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê ve çalakiyekê li ber goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên saziyên Girkê Legê û Çilaxa li dijî sewqiyetên hêzên PDK'ê li herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyê didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo merasîmê oxirkirina şehîdê Hêzên Asayîşê Mehmûd li goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Minbicê Akademiya Şehîd Îsmaîl Mûsa heye, di vê akademiyê de encamên saziyên Minbic û gundewarên wê perwerdeyan distînin, da ku asta zanabûn û naskirinê bilind be. Ew jî armanca akademiyê ye ku Rêveberiya Sivîl a Xweser bi pêş bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dîwarê parçekirinê yê dewleta Tirk herêmên li sînorê bakurê Sûriyê qut dike, ku ew jî dagirkeriyeke bi dizî ye. Ew tevahî kiryar û sûc ligel şer û nakokiyên li welat pêk tên. Bi wê re jî dewleta Tirk tevahî mîsaq û peymanên navneteweyî binpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarê Iraqê Eseed El-Ebadî got, helwesta hikumeta Iraqê ya ji destwerdana Tirkiyê re lawaz e, ji ber ku têkiliyên xurt di navbera PDK û Tirkiyê de heye. El-Ebadî bang li hêzên niştimanî bi taybet ên erebî û kurdî kir ku li hemberî mudaxeleyên Tirkiyê kom bibin. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Talal Mihemed destnîşan kir ku gurkirina aloziyê ya ji hêla PDK`ê ve komployek e. Armanca wê jî zaîfxistina PKK`ê ye ya ku ji bo mafên kurdan têdikoşe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku hedef ji êrişa dawîn a dewleta Tirk a li dijî Şengalê neçarkirina êzidiyan a xwetewandina li ser peymana di navbera hikumeta Bexda û herêma Kurdistanê de ya bi sponseriya dewleta Tirk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê daxuyaniyên dawî yên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî yên der barê şerê li dijî hêzên gerîla û derxistina wan ji herêmên Başûr şermezar kirin, her wiha piştrast kirin ku ev daxuyanî xizmetî berjewendiyên dewleta Tirk dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li pêşiya zêdetirî 12 hezar koçberên Serêkaniyê zivistaneke dijwar heye. Rêxistinên mirovî heta niha ti alîkarî nedane koçberan ku karibin pê zivistanê derbas bikin û bi keraseteke mirovî re rû bi rû neminin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Hecînê a gundewarên rojhilatê Dêrazorê û bi Desteya Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyên a Meclisa Sivîl a Dêrazorê re projeya sererastkirina stasyona El-Sosê ya ku avê digihîne nêzî 40 hezar kesî, ber bi qedandinê ve dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA