Dewleta Tirk di nava nakokiyên heyî de herêmên Sûriyê tev li xaka xwe dike

Dîwarê parçekirinê yê dewleta Tirk herêmên li sînorê bakurê Sûriyê qut dike, ku ew jî dagirkeriyeke bi dizî ye. Ew tevahî kiryar û sûc ligel şer û nakokiyên li welat pêk tên. Bi wê re jî dewleta Tirk tevahî mîsaq û peymanên navneteweyî binpê dike.

Dewleta Tirk di nava nakokiyên heyî de herêmên Sûriyê tev li xaka xwe dike
10 mijdar, 2020   07:48
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ

Dewleta Tirk ji sala 2016 heta 2017’an ji bajarokê Eyn Dîwar heta bi gundê Zor Mexar ê li ser keviya çemê Firatê bi dirêjahiya 415 km dîwar lêkiriye.

Ev dîwarê ku dewleta Tirk lêkiriye, yê sêyemîn e; di cîhanê de bi dirêjahiya 688 km ye, ew jî piştî dîwarê Çînê û dîwarê di navbera DYA’yê û Mexicoyê de ye.

Dewleta Tirk di bihara 2017’an de temamkirina lêkirina dîwarê bi bilindbûna 3 metreyan tevî têlên bistrî, ragihand. Ev yek dagirkirina eşkere ya herêmên Sûriyê ye. Lê li beramberî vê yekê tu peyman an jî êrişên leşkerî pêk nehatin, hikumeta Şamê bêdeng ma û civaka navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk tevnegerî.

Dîwar li nava xaka Sûriyê bi kûrahiya 10 metre û 200 metre hatiye lêkirin, bi taybet li herêmên ku ji bajêr ve dûr in, mîna zeviyên li gundên Goran, Qere Mox û Aşmê yên bakurê Kobanê û li gundewarên rojhilatê Dirbêsiyê yên herêma Cizîrê. Her wiha dîwarê parçebûnê li seranserî rêya sînorê di navbera navçeyên Amûdê û Dirbêsiyê de ye.

Ji wê zêdetir jî dewleta Tirk a dagirker Efrîn, herêmên li bakurê Helebê, Serêkaniyê û Girê Spî jî dagir kirin, her wiha nêzî 95 gundên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin dagirkirin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê nêzî 27 hezar 33 donim hatine dagirkirin.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk di sûcê lêkirina dîwar de, nêzî 13 hezar darên zeytûn û fistiqên helebî hilkirin, nexasim li kantona Efrînê.

Li beramberî lêkirina dîwarê parçekirinê li katnona Efrînê ya dagirkirî, bajarên Qamişlo û Kobanê şênî rabûn ser piyan, di encamê de 4 sivîl bi guleyên artêşa Tirk a dagirker şehîd bûn.

Piştî 4 salan ji lêkirina dîwar, bi wê re dewleta Tirk rûyekî din ê dagirkirinê li pêş tevahî civaka navneteweyî li xwe pêça.

Tevî lêkirina dîwar, hê jî dewleta Tirk şêniyên ku hewl didin biçin nava zeviyên xwe yên nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê hedef digire, ev jî li gorî qanûna navneteweyî sûcekî li dijî sivîlan e.

(fr)

ANHA