`Zaîfkirina PKK`ê hewldana zaîfkirina Kurdan e`

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Talal Mihemed destnîşan kir ku gurkirina aloziyê ya ji hêla PDK`ê ve komployek e. Armanca wê jî zaîfxistina PKK`ê ye ya ku ji bo mafên kurdan têdikoşe.

`Zaîfkirina PKK`ê hewldana zaîfkirina Kurdan e`
10 mijdar, 2020   00:41
Qamişlo

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) siyaseta gurkirina aloziyê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê didomîne. Li gel wê jî êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Kurdistanê didomin.

Rageşî, bi daxuaniya serokê PDK`ê Mesûd Barzanî re di 2`yê Mijdarê de gihaşt lûtkeyê. Mesûd Barzanî got: “Divê ew (yanî şervanên Hêzên Parastina Gel HPG`ê) herêmên ku bi zora çek dagir kirine, berdin.”

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Talan Mihemed bi bîr xist ku Partiya Karketên Kurdistanê (PKK) partiyek kurdistanî xwedî mîrasek dîrokî ye û ji bo gelê Kurd û doza wî bi hezaran şehîd dan. Her wiha destek ji tevahiya parçeyên Kurdistanê re pêşkêş kir û kesek nikare vê yek înkar bike.

Mihemed wiha domand: “Dîrok şahid e dema PKK`ê Şengal ji êrişên DAIŞ`ê di 2014`an de parastin. Her wiha çawa şêniyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di êrişên DAIŞ`ê de parast.”

Mihemed destnîşan kir ku PKK`ê ji 50 salî ve ji bo doza Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tê dikoşe û wiha pê de çû: “Hebûna PKK`ê li her beşek ji erdnîgeriya Kurdistanê tiştek xwezayî û asayî ye.”

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê gurkirina ku PDK`ê bi rêya komkirina hêzên xwe li herêma Garê li Başûrê Kurdistanê çêdike, plan û komplo ne, armanc jî dorpêçkirina PKK`ê ye da ku zaîf bibe.

Mihemed di dawiyê de got: “Her serkeftinek ku gelê Kurd bi dest dixe, li paş wê PKK`ê ye. hemû dizanin ku ev partî ji bo pêkanîna hêviyên gelê Kurd tê dikoşe. Zaîfkirina wî tê wateya zaîfkirina gelê Kurd.”

(şx)

ANHA