​​​​​​​Hejmara qurbaniyên erdheja li Îzmîrê ya Tirkiyê bû 115

Hejmara kesên ku di erdheja li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye, gihaşt 115’an.

​​​​​​​Hejmara qurbaniyên erdheja li Îzmîrê ya Tirkiyê bû 115
9 mijdar, 2020   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hejmara kesên ku di erdheja bi pîleya 6.9 ya li Îzmîrê de jiyana xwe ji dest daye, bû 115.

Serokê Rêxistina Afat û Rewşên Lezgîn (AFAD) li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûne, lê paqijkirina bermahiyên xaniyan hîna didome.

Ji hezar û 34 kesên birîndar, hezar û 11 kes baş bûn û ji nexweşxaneyê derketin. Tedawiya 23 kesan jî didome.

(cx)