Dewleta Tirk baregehên xwe yên li hemberî Dirbêsiyê xurt dike

Ji seatên sibê de dewleta Tirk a dagirker baregehên xwe yên li hemberî gundên rojavayê Dirbêsiyê xurt dike.

Dewleta Tirk baregehên xwe yên li hemberî Dirbêsiyê xurt dike
9 mijdar, 2020   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibê ve baregeha xwe ya li hemberî gundê Çitliyê yê li rojavayê navçeya Dirbêsiyê, xurt dike.

Dewleta Tirk dest bi avakirina noqteyên nû li ser sînor kiriye û 5 parçeyên ji dîwarê çîmento rakirin. Her wiha dewleta Tirk li derdora noqteyên xwe jî xendekan dikole.

Çavkaniyekî leşkerî li herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi şev gelek dewriyeyan pêk tîne.

(dm)

ANHA