Çeteyên dewleta Tirk bi navê ‘zekatê’ berhemên efrîniyan talan dikin

Piştî birîna darên zeytûnan û talankirina berhemên şêniyên Efrînê, çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji bo rewakirina talankirina berhemên sivîlan bi navê “zekatê” rêbazeke nû bi kar tînin.

Çeteyên dewleta Tirk bi navê ‘zekatê’ berhemên efrîniyan talan dikin
9 mijdar, 2020   12:26
 ŞEHBA

“Desteya Giştî ya Zekatê” ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker li Efrînê biryareke nû derxist û li gorî biryarê bi navê zekatê li ser xwediyên berhem û erdên zeytûnan ferz e ku ji sedî 5 ji berhemên xwe bidin dagirkeran.

Ev biryar rêbazeke nû ya çeteyên artêşa Tirk a dagirker e ji bo talankirina berhemên şêniyan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek berhemên zeytûn û zeytê yên Efrînê talan kirin û birin erdên Tirkiyê û ji wê derê jî firotin dewletên Ewropayê.

(cx)

ANHA