Li Şehbayê madeyên demborî hatin îmhakirin

Komîteya Zabîteyê ya Şaredariya Gel a herêma Efrînê madeyên demborî ku di gera xwe ya li herêmê de desteser kirinû, îmha kirin.

Li Şehbayê madeyên demborî hatin îmhakirin
9 mijdar, 2020   11:45
ŞEHBA

Komîteya Zabîteyê di hefteya borî de, di gera xwe ya asayî li herêmê de, miqdareke madeyên xwarinê yên demborî li dikan û sûkên navçeya Ehdas û bajarokên Fafîn û Babinêsê girtin.

Madeyên xwarinê yên hatine girtin li pêşiya Şaredariya Gel a bajarokê Babinês hatin komkirin û şewitandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Zabîteyê ya girêdayî Şaredariya Gel a herêma Efrînê rojane li ser dikan û sûkan digere da ku pêşî li keysbaziyê û firotina madeyên demborî bigire.

(cx)

ANHA