Serokatiya Rûsyayê: Pûtîn dê bi Esed re biaxive

Serokatiya Rûsya îro ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê bi civîneke online bi serokê hikumeta Şamê Beşar Esed re biaxive.

Serokatiya Rûsyayê: Pûtîn dê bi Esed re biaxive
9 mijdar, 2020   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov got serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê îro bi civîneke online bi hempîşeyê xwe yê Sûriyê Beşar Esed re biaxive.

Serokatiya Rûsyayê tu detayên din girêdayî mijarên ku dê her du alî nîqaş bikin, bi bîr nexistin.

Di Îlonê de şandeyeke Rûsyayê serdana Şamê kiribû bi armanca ku Şam hinekî nerm nêzî çareseriyên siyasî be. Li gorî raporan, ev armanc pêk nehat û Şam îqna nebû.

 (şx)