Rêxistina Rojava madeyên paqijiyê li 500 xwendekaran belav kirin

Ji bo têkoşîna li dijî vîrusa koronayê (Covid-19) Rêxistina Rojava ya Xêrxwazî û Geşepêdanê îro li Hesekê pakêtên paqijiyê li 500 xwendekaran belav kirin.

Rêxistina Rojava madeyên paqijiyê li 500 xwendekaran belav kirin
Rêxistina Rojava madeyên paqijiyê li 500 xwendekaran belav kirin
Rêxistina Rojava madeyên paqijiyê li 500 xwendekaran belav kirin
Rêxistina Rojava madeyên paqijiyê li 500 xwendekaran belav kirin
9 mijdar, 2020   11:49
HESEKÊ

Li gel belavbûna vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxwaz li ser rêbazên xweparastinê ji vîrusê bi taybet mask, lepik û madeyên dezenfektekirinê zêde bû.

Ji ber buhabûna madeyên tenduristiyê, Rêxistina Rojava ya Xêrxwazî û Geşepêdanê, pakêtên paqijiyê ku ji mask, lepik û madeyên dezenfektekirin û paqijiyê pêk tên û madeyên din ên têkildarî xweparastinê ji vîrusê li xwendekarên dibistanên Sêfdewle û Şerîf Debax ên taxên Kebabe û Nasre yên Hesekê belav kirin.

Endamê rêxistinê Cîhad Ebdo got: “Em armanc dikin madeyên paqijiyê li dibistanên Hesekê belav bikin. Derdora 500 xwendekaran ev pakêt wergirtin.“

Tê payîn ku ev pakêt li dibistanên din ên li taxên bajarê Hesekê jî werin belavkirin.

(şx)

ANHA