Hikumeta Iraqê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re dicive

Şandeyek ji hikumeta Iraqê, bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re li bajarokê Sinûnê yê ser bi Şengalê ve civiya.

Hikumeta Iraqê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re dicive
9 mijdar, 2020   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Şande li navenda hêzên Iraqê ya Mifrika bi rêveberiya re civiya û tê gotin ku dê peymana Iraq û PDK’ê ya li ser Şengalê gotûbêj bikin.

Gelê Şengalê ji bo protestokirina peymana Hewlêr-Iraqê ya dijî Şengalê û piştgirî bidin daxwazên Rêveberiya Xweser li ber avahiya ku civîn tê de pêk tê, kom bûne û dirûşmên ‘Bijî berxwedana YBŞ’ê’ berz dikin.

Her wiha gel hêrsa xwe ya dijî êrişên li ser Şengalê û peymanê jî bi dirûşman tîne ser ziman.