Hikumeta Şamê hêzên xwe li Derayê zêde kirin

Duh li parêzgeha Derayê, hêzên hikumeta Şamê û komên ser bi Îranê ve bi taybetî li derdora bajêr dest bi hemleyeke serdegirtinê kiribû û bendên kontrolê danîn û rê qut kirin.

Hikumeta Şamê hêzên xwe li Derayê zêde kirin
9 mijdar, 2020   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê, Firqeya 4`an li derdorê bajarê Derayê bi pêş ve çû. Ji dema lihevkirina li gel komên oposzîsyonê ve ya sala 2018`an a bi sponseriya Rûsyayê, cara yekemîn e ku hemleyeke bi vê rengî pêk tê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê, endamên îstixbarata leşkerî û Firqeya 4`an a ku piştgiriyê ji Îranê digire, li herêmên El-Şeyah û El-Nexle yên li derdorê Derayê operasyonên leşkerî dan destpêkirin.

Ji bo bersivdayîna hemleya ewlekariyê ya hêzên hikumeta Şamê û Îranê, endamên oposzîsyonê yên berê ku bi Rûsyayê re lihevkirin çêkiribû, piştî ku bendeke kontrolê ya hêzên hikumetê li Mesakin Celîn kontrol kir, rê û deriyên têketin û derketina bajarokên Yadûdê, Tefis û Mesakin Celîn ên gundewarên rojavayê Derayê girtin.  Her wiha 10 endamên hikumetê ku ji wan 2 efser bûn, girtin.

Komên herêmî jî li dijî kiryarên hêzên hikumetê seferberî ragihand. Ev bûyer û pêşketin di çarçoveya şerê Rûsya-Îranê yê li parêzgeha Derayê ku bi rêya hêzên herêmî yên girêdayî her du aliyan tê meşandin, pêk tên.

Duh, li herêmên cuda yên Derayê hemwextî topbarana hêzên hikumeta Şamê dengê teqînan hatibû bihîstin.

Li gorî SOHR`ê, ji Hezîrana 2019`an ve li Derayê 747 êriş û bûyerên kuştinê pêk hatine. Ew êriş bi rêya bombe, mayîn, erebeyên bombebarkirî û reşandina guleyan ji aliyê şaneyên çekdar ve hatine kirin.

(cx)