​​​​​​​Di êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da

Hêzên Yekemîn ên Serkeftî yên Şengalê (Nesir El-Mubîn) bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk bi balafirên SIHA êrişî herêmên wan kiriye û di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest daye

​​​​​​​Di êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da
9 mijdar, 2020   11:19

Şevê din balafirên bêpîlot ên dewleta Tirk a dagirker êrişî herêma Şengalê kiribû. Têkildarî mijarê hêzên Nesir El-Mubîn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hêzên Nesir El-Mubîn da zanîn ku ev êriş rasterast ji aliyê MÎT’a dewleta Tirk û hêzên PDK’ê ve hatiye kirin û berdewama lihevkirina dewleta Tirk û PDK`ê ya 9’ê Cotmehê pêk hatiye.

Berfirehiya daxuyanî wiha ye:

"Roja 8’ê Mijdarê saet 18:30 êvarê de dewleta Tirk bi balafireke biçek SIHA êrişî herêma me kir.  Di encama vê êrişê de mirovekî me yê medenî ku ji bo xizmeta gelê herêmê karê sondajê yê bîra avê dikir, jiyana xwe ji dest da. Her wiha endamekî me birîndar bû. Ev êriş raste rast ji aliyê MIT’a dewleta Tirk û hêzên PDK’ê ve hatiye kirin. Ev êriş bi berdewama lihevkirina dewleta Tirk û PDK a 9’ê Cotmehê pêk hatiye.

Armanca van êrIşan careke din vîna gelên me şikandin, rihê berxwedana ku bi rojane li dijî dijmin, xayin û xwe firoşan disekine bişikîne û bi kuştinê pêşî lê bigire, her wiha amadekariya fermanekê din e.

Dixwazin careke din pîlanên xwe yên qirêj li ser gelê me û hêzên me yê Nesir El Mubîn (hêzê yekemîn ê Serkeftî) ku bi salan e li hember dijmin disekine û bi sedan şehîd dane pêk bînin e. Em careke din bangawazî li PDK’ê dikin û hişyarî dikin. Êdî ji dijminê gelên bindest dostanî; ji gelê Şengalê re dijminahî neke. Dest ji şer û pîlanên xwe yên komploger berde.

Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an heya roja me ya îro PDK’ê bi awayekî fermî 2 caran êrişê Şengalê û hêzên me kire. Di encama êrişên PDK’ê hem yên salên bihorî de hem jî yên li ser Şerfedîn û  Xenesorê de 13 endamên me şehîd bûn. Dîsa bi hevkariya PDK’ê bi dehan caran êrişên hewayî li ser herêma me çêbûye. Di encama van êrişan de him ji gelê me him jî ji endamên me nêzî 10 kesên me şehîd bûn. Piştî êrişê hewayî yên vê dawiyê ku li ser herêma me çêbûne di encama lêpirsîna ku me kirî de 2 caran hate piştrast kirin ku ev êrişa yekser hevkariya PDK’ê a bi MIT’a dewleta Tirk re hatiye kirin. Sedema ku ev êriş û kirinên PDK’ê me ne kiriye sedamekî şer ji bo ku tu carî me ne xwest aramiya Şengalê xira bibe û careke din ev herem bibe heremekê şer e. 

Helwesta me her tim Şengal kirina herêmekî bi ewle û aram bû. Lê belê pêwîst e PDK vê rastiyê baş bizanibe ger ku me heya niha ev mijarane nekiribin sedema şer, ev nayê wê watê ku me nedikarî em şer bikin. Herk es hêza me ya şerkirinê jî baş dizane û baş nas dike. Ev yek me di şerê li hemberî DAIŞ’ê de ispat kiriye. Lê belê me nexwaste ku tu carî zerer bighêje doza Kurd. Me nexwaste  di navbera Kurdan  de tucarî dijminahî çêbibe ye. Em her tim bi berpirsiyar û baldarî nêzîkatî esas digirin.

Ji vir û şûn de PDK di dijminahiya xwe de israr û berdewam bike tiştên ku em bikin wê hebe. Em careke din dibêjin bila PDK êdî dest ji van kirinên xwe berde."