Li balafirgeha Baltimore ya Rûsyayê leşkerekî 3 kes kuştin

Li balafirgeha leşkerî ya Baltimore ya li nêzî bajarê Voronezh ê Rûsyayê vê sibê leşkerekî rûsî bi guleyan 3 leşker kuştin.

Li balafirgeha Baltimore ya Rûsyayê leşkerekî 3 kes kuştin
9 mijdar, 2020   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa TAS ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî di Desteya Rewşên Awarte de, ragihand ku li bajarê Voronezh leşkerekî bi guleyan 3 leşkerên din kuştin.

Li gorî çavkanî, kesên ku hatine kuştin 2 esfer û leşkerek bûn, her wiha kesek din jî bi giranî birîndar bû.

Rayedaran piştrast kir ku di encama bûyera li balafirgeha leşkerî de windahî hene û destnîşan kir ku lêkolîn dewam dikin.

Li gorî agahiyên Wezareta Karên Hundirîn êrişkar, leşkerek e û temenê xwe 20 salî ye.

(dm)