Li Efganistanê 17 çekdarên Talîbanê hatin kuştin

Li bajarên Beglan û Belex ên Efganistanê 17 endamên tevgera Talîban hatin kuştin. Ji aliyekî din ve jî di encama teqîna erebeyekê de li Qendeharê derdora 23 kes birîndar bûn.

Li Efganistanê 17 çekdarên Talîbanê hatin kuştin
9 mijdar, 2020   09:03
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Efganistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrişa asmanî ya hêzên artêşa Efgansitanê de li herêma Beglan herî kêm 8 endamên Talîbanê hatin kuştin.

Di daxuyaniya wezaretê de ku ajansa Xama Press a Efganistanê weşandibû, hate diyarkirin ku êriş li dijî endamên Talîbanê yên ku êrişî nuqteyên artêşê dikir, pêk hat.

Her wiha li gorî daxuyaniyeke din a wezaretê, li herêma Zarî ya kantona Belex 9 endamên Talîbanê hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve jî kanala Tilûi News a Efganistanê ya ku agahiyên xwe dispêrê rayedarên herêmî, ragihand ku li Qendeharê di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de herî kêm 23 kes birîndar bûne.

Li gorî kanalê, teqîn di saeteke dereng a şevê de çêbûye û di nav birîndaran de 10 sivîl hene.

 (şx)