Li Efrînê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Şeva din, li nuqteyeke çeteyên Cebhe Şamiyê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê yê dagirkirî, teqînekê rû da. Li gorî agahiyan, kuştî û birîndar hene.

Li Efrînê teqîn: Kuştî û birîndar hene
9 mijdar, 2020   08:29
EFRÎN

Çavkaniyên herêmî ji hundirê bajarê Efrînê yê dagirkirî ji ANHA`yê re ragihandin ku, şeva din li nuqteyeke çeteyên Cebhe Şamiyê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li taxa Eşrefiyê ya Efrînê teqînekê rû daye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine girtin, di teqînê de kuştî û birîndar çêbûne.

Li gorî çavkaniyan, ew nuqte berê artêşa Tirk a dagirker tê de bi cih dibûn û beriya 10 rojan radestî çeteyên Cebhe Şamiyê kiribûn.

(cx)

ANHA