​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 161 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku 161 kesên din bi koronayê ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 161 kesên din bi koronayê ketin
9 mijdar, 2020   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da xuyakirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesên din ji ber nexweşiya vîrusa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine, 2 mêr û jinek ji Kobanê ne û 2 jin ji Dêrikê ne.

Mistefa da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 161 kesên din bi vîrusa koronayê ketine ji nav wan 83 mêr in û 78 jî jin in û li van herêman in:

Dêrik: 35
Hesekê: 25
Qamişlo: 27
Amûdê: 4
Dirbesiyê: 5
Girkê Legê: 4
Rimêlan: 1
Tirbespiyê: 4
Til Temir: 1
Tebqa: 17
Minbic: 17
Reqa: 11
Kobanê: 10

Ciwan Mistefa got ji nav nexweşên koronayê 16 kes jî baş bûne.

Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 5 hezar û 645 kesan, ji wan 143 kesan jiyana xwe ji dest daye û 814 kes jî baş bûne.

(dm)