Rojnameyên erebî: Hevrikiya Rûsya û Îranê li başûrê Sûriyê û polîtîkayên Erdogan têk diçin

Rojnameyên erebî yê îro der barê rewşa li herêmên başûrê Sûriyê, aloziya aborî ya Tirkiyê û rewşa Lubnanê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Hevrikiya Rûsya û Îranê li başûrê Sûriyê û polîtîkayên Erdogan têk diçin
9 mijdar, 2020   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HEVRIKIYA RÛSYA Û ÎRANÊ LI DERAAYÊ’

Der barê hevrikiya di navbera Rûsya û Îranê de li Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Li parêzgeha Deraa (başûrê Sûriyê) bûyeran rû da, piştî ku hêzên rejîmê û çekdarên alîgirên wê û Îranê operasyoneke ewlehiyê li derdora bajarê Deraa li dar xist ku hêzên Firqeya Çaremîn serkêşiya wê dike. Ev yek di çarçoveya hevrikiya di navbera Rûsya û Îranê pêk tê ku her yek hêzên herêmî yên girêdayî xwe bi kar tîne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku komeke şêniyên herêma rojavayê Deraayê 2 serbaz û 10 endamên milîsên Firqeya Çaremîn dîl girtine.”

‘POLÎTÎKAYÊN ERDOGAN YÊN DIRAVÎ TÊK ÇÛN’

Der barê geşedanên li Tirkiyê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Roja yekşemê zavayê Erdogan (Berat Albayrak) ji erkê xwe yê wezîrtiya diravî îstifa kir, bi hinceta rewşa tenduristî. Lê çavdêr dibêjin ku sedema wê ew e ku polîtîkayên wî yên diravî têk çûn û zirareke mezin gihand aboriya welêt û nirxê lîreyê Tirkiyê pir daket.

Berat Albayrak got "Piştî 5 salan ji erkdariya wezîrtiyê, min biryar da ku erkdariya xwe ya Wezareta Diravî, ji ber sedemên tenduristiyê rawestînim.”

Polîtîkayên Albayrak ên aborî û diravî rastî rexneyên dijwar ên opozîsyona Tirkiyê hatin, pir deng bilind dibin û dibêjin ku Albayrak nikarî rewşa aborî ya Tirkiyê baş bike.

Îstifaya Albarak û dûrxistina Uysal tê wateya ku serokê Tirkiyê êdî bi awayekî fermî li xwe mikur hatiye ku polîtîkayên wî yên aborî têk çûne.”

‘ALÎGIRÊN TIRKIYÊ ÇAREYA LÎBYAYÊ ASTENG DIKIN’

Der barê mijarê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Çawa ji aliyê gelek çavdêran ve dihate payîn, pêkanîna lihevhatinên ku aliyên Lîbyayî li ser li hev kiriye, êdî rastî astengiyan tê, dema digihêjin pêvajoya pêkanînê.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Yek ji van astengiyan ew e ku hin komên çekdar ên ku beşdarî operasyona "Burkan El-Xedeb” bûne ya girêdayî hikumeta Wîfaqê ya li Trablusê, ev kom lihevhatinên komîteyên leşkerî ku Cinêv û Gidamisê li ser li hev kiribû, napejirînin. Piştî ku lîbyayiyan hêvî dikir ku ev lihevhatin bibe binyada çareseriya siyasî.

Di vê navberê de îro li navçeya Qumrit ya bakurê paytexta Tûnisê, kar û barê komxebata diyaloga siyasî ya Lîbyayê dest pê dike. Dê komxebat hewl bide bigihêje 4 armancan, ew jî hilbijartinên giştî, nûkirina rewabûna saziyên heyî, avakirina pergala rêvebiriyê û lihevkirina der barê zagona pêkanîna hilbijartinan de ne.”

‘ŞÊWIRÊN AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ VEGERIYAN XALA SIFIRÊ’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Exbar wiha nivîsî: "Bi sernivîsa`we ez rizgar kirim` parlamenter Cibran Basîl behsa cezayên Amerîkayê yên li dijî wî kir û got wî serî li hember fişarên Amerîkayê netewandiye di mijara dûrketina ji Hizbullahê de, lewma tawanbariya gendeliyê amade bû. Her wiha got têkiliya wî ya bi Hizbullahê re ne karê Amerîkayê ye. Ji ber van mijaran Basil dîsa nêzîkî pêvajoya avakirina hikumeta nû kir. Ew hêvî dike ku cezayên Amerîkayê bibin sedem ku astengiyên li pêşiya avakirina hikumetê rake."