Danûstandinên Îsraîl-Hemasê ji nû ve dest pê kirin

Danûstandinên ne yekser ên di navbera Tevgera Hemasê û Îsraîlê de yên ji bo temamkirina peymana pevguhertina girtiyan ku beriya du mehan hatibû rewastandin, bi rêya navbeynkaran ji nû ve dest pê kirin.

Danûstandinên Îsraîl-Hemasê ji nû ve dest pê kirin
7 mijdar, 2020   12:17
XEZA

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ewlehiyên yên Îsraîlê ragihandin ku danûstandinên bi Hemasê re yên ji bo pêkanîna peymana pevguhertina girtiyan, ji nû ve dest pê kirin.

Çavkaniyan wiha got: “Mijara danûstandinên ji bo vê mijarê ne wekî danûstandinên ji bo agirbestê ne.”

Li gorî agahiyan, di danûstandinên her du aliyan de guhertin çêbûne, ji ber ku Îsraîlê mijara pevguhertina girityan bi agirbesta li seranserê Xezayê ve girê da. Lê belê komên Filistînê yên li Xezayê girêdana danûstandinên girtiyan bi doza agirbestê re, red kirin."

Kenala Kan a Îsraîlê diyar kir ku danûstandin hîna di destpêkê de ne. Çavkaniyên din jî gotin: “Îsraîl hêviyê di van danûstandinan de dibîne, ji ber wê yekê hikumetê biryara dirêjkirina wîlayeta Blom daye da ku ev doz berdewam bike.”

(cx)