Topbarana dewleta Tirk li gundewarên Eyn Îsayê berdewam dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de kampa Eyn Îsa û gundê Seyda û rêya M4 topbaran dike.

Topbarana dewleta Tirk li gundewarên Eyn Îsayê berdewam dike
7 mijdar, 2020   12:00
Eyn Îsa

Topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser kampa Eyn Îsa û gundewarên wê berdewam dike.

Çavkaniyan ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundewarên navçeya Eyn Îsa, kampa Eyn Îsa, rêya M4 û gundê Seyda yê bakurê kampê topbaran dike. 

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya saetekê jî navenda navçeya Eyn Îsa topbaran kirin.

Li gorî ku çavkanî diyar kiriye topbaran hîna jî berdewam e.

ANHA