Endama Parlamentoya Ewropayê serdana saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

 Endama Parlamentoya Ewropayê di çarçoveya serdanên xwe yên ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.

Endama Parlamentoya Ewropayê serdana saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
7 mijdar, 2020   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Di vê çarçoveyê de, Endama Parlamentoya Ewropayê Hannah Newman  serdana du saziyên jinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Hannah Newman  destpêkê serdana Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Hannah Newman  li bajarê Qamişloyê ji aliyê endamên Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Abdullah, Narîn Metînî, Taza Paşa, Sîham Emkoh û Jiyan Hisên ve hate pêşwazîkirin.

Li navenda Meclisa Jinan civîneke girtî li pêşiya çapemeniyê hate pêkanîn.

Jiyan Hisên der barê civîna wan bi Hannah Newman re ev agahî parve kirin: "Serdan li ser daxwaza endama Parlamentoya Ewropayê ve ji bo naskirina meclisê û mekanîzmeya karê wê, rêziknameyê wê û çawaniya danûstandina meclisê bi jinê re û misogerkirina mafên jinê, pêk hat."

Hannah Newman  di serdana xwe ya duyemîn de, çû navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinê. Hannah ji aliyê seroka navendê Mizgîn Hesen û cîgira wê Etiye Yûsif ve hate pêşwazîkirin.

Di civîna herdu aliyan de, mekanîzmeya karê navendê, belgekirina çalakiyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nexasim sûc û binpêkirinê ku li herêmên artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi navê"Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" dagir kirine tên kirine û aliyên ku navend jê belge û lêkolînan digire, hatin nîqaşkirin.

Hannah Newman, roja Pênşemê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi rayedarên Rêveberiya Xweser re û QSD`ê re hevdîtin pêk anîn.

(kc)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0U19kY6WaDs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>