HPG: Hêzên me 4`ê Mijdarê ti êriş pêk neanîn

HPG’ê li ser bûyera 4’ê Mijdarê ya li gundê Bêbadê ya bajaroka Çemankê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. HPG`ê diyar kir ku hêzên wan ti êriş pêk neaniye.

HPG: Hêzên me 4`ê Mijdarê ti êriş pêk neanîn
7 mijdar, 2020   11:44
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî bûyera 4’ê Mijdarê ya li gundê Bêbadê ya Çemankê daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kir:

“Di hin nûçe û daxuyaniyên ku li ser hin organên medyayê hatiye parvekirin de, tê gotin 4'ê Mijdara 2020'an di rûdanê de ya li nêzî gundê Bêbadê ya li ser Çemankê hêzên me êriş pêk anîne. Nûçe û daxuyaniyên navborî ne rast in.

Hêzên me ti êriş pêk neanîne. Ji du baskan ve bi şêwaza operasyonê ketine nav kampa ku hêzên me lê ne. Rûdan bi vî rengî ye. Jİ ber rûdaneke wiha em xemgîn in. Bi daxuyanî û hişyariyên beriya niha ji bo rûdanên wiha pêk neyên me bang kiribû û hişyarî dabû. Em dubare dikin ku operasyonên li ser cihên ku kampên me lê ne rawestin û hemû pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.”