Îstîxbarata Swîsreyê: PKK polîtîkaya ku li Ewropayê ji tundiyê dûr bisekine didomîne

Rêxistina Federal a Swîsreyê di Rapora Ewlehiyê ya 2020'an de got: ''PKK polîtîkaya ku li Ewropayê ji tundiyê dûr bisekine, didomîne.''

Îstîxbarata Swîsreyê: PKK polîtîkaya ku li Ewropayê ji tundiyê dûr bisekine didomîne
7 mijdar, 2020   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serwîsa Îstîxbarî ya Federal Swîsreyê (SRC) Rapora Ewlehiyê û Rewşa 2020'an weşand.

Di raporê de behsa têkilî Erdogan hate kirin û hate gotin: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li gel polîtîkaya êrîşkar a derve jî nema tê destekkirin. Erdogan li gel ku hemû raye bi dest xistine jî nekariya ku rewşa aborî ya kambax çareser bike."

Her wiha hate gotin:''Ji bo operasyona leşkerî ya li ser Sûriyê û Iraqê ya Tirkiyê desteka gel namîne.''

TIRKIYE LI BAKURÊ SÛRIYÊ

Derheqê polîtîkaya Emperyal a Tirkiyê jî di raporê de hate gotin: ''Tirkiye li herêma Bakurê Sûriyê ku kontrol kiriye dest hewl dide ku penaberên Ereb ên Sûriyeyê bi cih bike. Bi vî rengî dibe ku bi demografiya van deran bilîzin ku ji hêla Kurdan ve ev der weke herêmên xweser hatine ragihandin.''

Li ser dahatuya Tirkiyê jî hate gotin: "Nîşandana hêzê ya bi rengekî agresîf a Tirkiyê û rageşiya siyaseta naxwe ya Tirkiyê wê bidome û rewşa aborî wê xirabtir bibe.''

Derheqa terora cîhadî jî hate gotin DAIŞ li gelek deveran û li Swîsre, li Ewroayê hê jî taloke ye.

Têkilî Tirkiyê û DAIŞ`ê jî di raporê de hate bibîrxistin û ev tişt hate gotin: " DAIŞ xwedî torên navnetewî ye û Tirkiye di vê mijarê de ji bo ku çeteyên DAIŞ`ê derbas bibin û bikevin hundir bi roleke kildî radibe."

Di raporê de hate gotin: ''Tirkiye weke herêma transît û vekişînê ji boDAIŞ`ê bi roleke kilîd radibe. Gelek caran hate piştrastkirin ku nûnerên DAIŞ`ê hema li nêzî sînorên Tirkiyê hatine girtin an jî kuştin.

'PKK LI EWROPAYÊ XWE JI TUNDIYÊ DÛR DIGIRE'

Di raporê de behsa têkilî xebatên PKK'ê yên li Ewropayê jî hatin kirin.

Di raporê de hate gotin: "Li gel rewşa rageşî jî PKK li Ewropayê bi pragmatîstîtevdigere. PKK`ê ji bo ku bigihije wê armanca ku ji lîsteya terorê ya YE'yê were derxistin xwe ji bikaranîna rêbazên tundî dûr digire. Li Ewropayê di navbeyna xwepêşandêrên Kurd û hêzên ewlehiyê de tenê caran pevçûn çêbû. Bi rengekî tîpîk dema protestoyan di wan rûdanan de ku zirar gihaşte ser mal û milk ji hêla wan komên çepgir ên radîkal ve hate kirin. Rêveberên Kurd ên li Swîsreyê nahêlin ku rêbaza tundiyê wer bikaranîn û dikin ku proresto bi rengekî bê tundî pêk were.

PKK, ji bo îmaja xwe li qadên ku lê çalak e wê bidomîne ku zirar negihije ser sivîlan. Turîstên rojavayî ku wê biçin Tirkiyê nebin hedefa êrîşên PKK'ê. PKK dema pêşiya me wê çalakiyên xwe yên ne bi tundî li Ewropayê bidomîne.''