Şaredariyên Gel ên Hesekê û Şêxmqsûdê xebatên xizmetgûzariyê dewam dikin

Şaredariya Gel a Hesek gelek xebat û projeyên xizmetgûzariyê li bajêr pêk anîn. Şaredariya Şêxmeqsûd a Helebê jî hewl dide ji gazincên şêniyan re bibe berisv û gelek xizmetan ji wan re pêşkêş dike.

7 mijdar, 2020   10:28
HESEKÊ

 Di çarçoveya plansaziya 2020`an de, Şaredariya Gel a Hesekê ji bo başkirina rewşa xizmetgûzariyê li bajêr bi dehan projeyên xizmetgûzariyên pêk anî. Ya sereke, qîrkirina kolanên sereke û rastkirina kolanên şaxî.

Hevseroka Şaredariya Gel Viyan Cacan destnîşan kir ku wan projeyên din jî pêk anîne, ji wan projeyan dirêjkirina xetên kanalîzasyonê li taxa Zîra û restorekirina hemû pirên li bajarokên ser bi Hesekê ve, wekî bajarokê Sefiya, pira Ezam, pira Cemîliyê, Berzan û Kendek.

Her wiha du pirên li gundên El-Hemir ên rojhilata û rojava, pira Tenêner, du pirên li bajarokê Tiwêna yê bakur û başûrê rêya ku diçe bajêr hatin restorekirin û projeya Makif li bajarokê Til Beyder hate pêkanîn.

Ji ber xebatên amadekirina torên ronîkirinê li ser rêyên sereke û rakirina keviran, Şaredariya Gel hemû navbeynên rêyan û torên ronînkirinê yên heyî restore dike.

Ji bo xemilandina bajêr û parastina paqijiya bajêr jî, şaredariyê gelek proje pêk anîn. Di vê çarçoveyê de di 45 rojan de çemê Ceqceq bi dirêjahiya 3 hezar û 400 m3 hate paqijkirin, her wiha projeya kirîna tûrên gilêşê da ku li kolanên sereke bên belavkirin, hate pêkanîn.

Her wiha bi hevkariya şaredariya gel a başûrê bajêr du cihên gilêşê yên li nava bajarê Hesekê (El-Mişêrefe, El-Xezel) hatin rakirin û birin cihê gilêşê yê li Ebyad a li ser rêya Şedadê.

Daîreya Veguhestinê jî bi dehan erebeyên veguhestinê li xetên bajêr kir xizmetê û geracek ava kir. Her wiha geracên veguhestinê yên li Taxa Til Hecer sererast kir.

Werşeyên şaredariyê hewl didin projeyên nû pêk bînin, ji wan projeya kanalîzasyonê ya li Taxa Xişman bi dirêjahiya 900 m3 dirêj bike.

Viyan Cacan wiha got: “Me gelek projeyên ji bo başkirina rewşa xizmetgûzariyê li bajarê Hesekê, pêşniyar kirin û dê îsal hemû bên pêkanîn.”

KOMÎTEYA AVÊ YA TAXA ŞÊXMEQSÛD BESRIV DA GAZINCÊN ŞÊNIYAN

Şêniyên taxa Eşrefiyê ya Helebê Ji ber herikîna avê di encama xerabûna boriyên avê gelek gilî pêşkêşî Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê kir. Komîteya avê ya girêdayî şaredariyê jî yekser tora boriyên avê ya bi dirêjahiya 290m li kolana "nivîsgehên erebeyan" a li taxa Eşrefiyê guherîn.

Endamê rêveber ê Komîteya Avê Mihemed Silêman got: “Piştî ku gelek gilî ji me re hatin ku av nagihêje malan ji ber herîkîna di encama xerabûna boriyan de, me dest bi projeya guhertina boriyên avê kir.”

PROJEYÊN DIN ÊN ŞAREDARIYA ŞÊXMEQSÛD

Bi nêzîkbûna demsala Zivistanê re, Şaredariya Gel a taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gelek projeyên xizmetgûzariyê pêk anîn, wekî restorekirina rêyan, çareserkirina pirsgirêkên avê û rakirina bermahiyên şer.

Xebatên restorekirina rêyan li taxa Eşrefiyê bi dawî bûn û şaredariyê dest bi resotrekirina rêyên di navbera Şexmeqsûd û Eşrefiyê de kir.

Her wiha xetên avê yên serek hatin restorekirin û boriyên kanalîzasyonê hatin paqijkirin.

Her wiha şaredariyê pirsgirêkên sûka girtî ya beşa rojava û rojhilatê taxa Şêxmeqsûd çareser kirin.

Hewaldanên Şaredariya Gel ku xetên kehrebayê bigihînin beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam in.

Her wiha xebatên rakirina bermahiyên şer ji tirsa ku bi destpêka demsala Zivistanê re bikevin û ji bo parastina ewlehiya şêniyan, dewam dikin û bermahiyên hundirê dikan û xaniyan jî têne rakirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd Kemal Ebdullah têkildarî mijarê got: “Bi nêzîkbûna demsala Zivistanê re me dest bi gelek projeyên xizmetgûzariyê kir.”

(cx-dm)

ANHA